Berendamê Serokkomariyê yê Birayên Misilman li pêşe!

Berendamê Serokkomariyê yê Birayên Misilman li pêşe!

Li Misrê di yekemîn tûra hilbijartina serok komartiyê de ya di 23’ê Gulanê de hatibû kirin hat aşkera kirin ku, berendamê Birayên Misilman di rêza yekem de ye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Birayên Misilman ve hatiye kirin de ku li welat hêza herî mezinin, li gorî sandiqên hêjmartina nîvê wan temambûyî de Muhammed Morsî ji sedê 30,8 dengan di rêza yekem de ye, Ehmed Şefîk ku di demê dictator Hisnî Mibarek de Serokwezîr bû ji sedê 22,3’yê dengan girt û bû duwemîn.

Hat ragihandin ku, ji netewperestê Ereban Hamden Sebah bi sedê 20’ê dengan di rêza sêyem de ye. Birayên Misilman van encaman ji 13 hezar buroyên dengan di spêre 6 hezar 661 buroyên dengan. Çav li rê ye ku encamên fermî roja Yekşemê bêne aşkera kirin.

Misirî ji serhildana gel û di encamê de têkçûna Hisnî Mibarek ya di Sibata 2011’an û vir ve li benda vê hilbijartinê bûn. Piştî têkçûna Mibarek leşkeriyê dest danî bû ser desthilatdariyê, ev jî bibû sedem ku gel dîsa dakevin qadan û bertekên xwe nîşan bibin.

Ji bo hilbijartinên rojên Çarşem û Pêncşemê ji 50 milyon zêdetir hilbijêr ji bo 12 berendaman vexwendibûn ser sindoqan. Di nava berendaman de, Îslamî, laîk, çepgir, liberal, yên nêzî şoreşê û rêveberên rejima berê ya Mibarek jî hene. Dê tûra duwem ya hilbijartinê di 16 û 17’ê Hezîranê pêkbê.