Berfê rêya bi sedan gundên Bakurê Kurdistanê girt
Berfê rêya bi sedan gundên Bakurê Kurdistanê girt
Berfê rêya bi sedan gundên Bakurê Kurdistanê girt
Berfa ji duh êvarê ve li Bakurê Kurdistanê bariya, jiyan tevizand. Rêya bi sedan gundan li çûn û hatinê, hat girtin. Ji ber berfa ji duh êvarê ve dibare, rêya 462 gundên Agiriyê asê bû.
Li Îdir, Qers, Mûş, Bêdlis, Wan û Colemêrgê rêyên gundan ji ber berfê xetimîn. Meteorolojiyê ragihand ku barîna berfê dê dewam bike.
Barîna berfê li Îdirê rêya 50 gundan, li Qersê jî rêya 22 gundan li çûn û hatinê girt. Li navenda bajarê Mûşê berfê 7 cm, li qadên bilind ên bajêr jî 20 cm erd girt. Têkiliya bi 9 gund û 22 mezrayên li herêmê bi zehmetî tê danîn. Bi rêya bejahî ya Mûş-Pasûrê hewl tê dayîn bi hin gundan re têkilî were danîn.
Li Bêdlisê berfa dijwar bandoreke neyînî li jiyana rojane kir. Ji ber berfê rêya 16 gundan li çûn û hatinê, xetimî. Ekîbên rêyên bejahî jî xwê li rêyên Bêdlis-Tetwan, Bêdlis-Mûş û Bêdlis-Amedê direşînin.
Li Wan û Colemêrgê jî berf bi bandoreke mezin dibare. Li navenda herdu bajaran berf û baran, li cihên bilind ên bajaran jî ji serê sibê ve berf dibare.
Di daxuyaniya Muduriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê de hat ragihandin ku rewşa nebaş a hewayî ya bi ewr û berfê dê dewam bike û hişyarî hat dayîn ku ber destê sibê û êvarê dibe erd qeşa bigire û mij dakeve herêmê.
Pispor her wiha welatî ji ber jehrbûyîna ji sobe û gaza xwezayî hişyar kirin. Wekî din ji ber qeşagirtina rê jî pisporan ji welatiyan xwestin tedbîrên xwe di rê de bigirin.