Berfê rêya gundên Qendîlê asê kir

Berfê rêya gundên Qendîlê asê kir

Barîna berfê rêyên gundên Qendîlê li çûn û hatinê girt. Ji ber berfê, gelek wesayît di rê de asê man.

Li Başûrê Kurdistanê herêma Qendîlê, berfa ku duh bariya bi qasî 20 santîmetre erd girt. Ji ber berfa dijwar rêya gelek wargehên Qendîlê hatin girtin û gelek wesayît di rê de asê man.

Şaredariya Binarê Qendîlê ya ku ji vê rewşê re hemû amadekariyên xwe yên zivistanê kiribû, yekser çû hawara welatiyên wesayîtên man di berfê de asê man û ew ji tengaviyê rizgar kir.

Welatiyên ku tevî malbatên xwe li ser rêya navbera Ranya û Qesrê asê mabûn, ji ber alîkariya şaredariyê spasiyên xwe pêşkêş kirin û gotin, "Ne ji endamên şaredariyê Qendîlê ba, emê heyanî sibehê di nava berfê de asê bimana”. Şaredariyê rêya rêya navbera Qesrê û Ranya li çûn û hatinê vekir.

Her wiha tê payîn ku ger barîna berfê bi vê rengî berdewam bike, wê gelek rê ji hatin û çûnê re werin girin. Her wiha hemû wesayît û karkerên şaredariya binarê Qendîlê heyanî sibehê li ser kar bûn û riyên ji ber sedema barîna berfê hatine gitin vedikirin.