‘Berhemê faşîzma 12'ê Îlonê komkujiya Roboskiyê ye’

‘Berhemê faşîzma 12'ê Îlonê komkujiya Roboskiyê ye’

Malbatên 34 welatiyên ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan dîsa wekî her rojê Pencşemê îro jî li ser gorên zarokên xwe kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan diyar kirin ku nîşan û şaneya berhemên faşîzma 12'ê Îlonê komkujiya Roboskiyê ye. 

Piştî di 28'ê Kanûna 2011'an de Balafirên Şer ên F-16 ên Tirk li Roboskiyê bombe barandin û 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl qetilkirin, malbatên Roboskiyê her hefte Pencşemê li ser gorên zarokên xwe daxuyaniyê didin çapemeniyê. Malbatên 34 welatiyên ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan dîsa wekî her rojê Pencşemê îro jî li ser gorên zarokên xwe kom bûn. Malbat di hefteya 89'an de dîsa li ser gorên zarokên xwe kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê malbatan dîsa Velî Encu axivî û darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê şermezar kir. Encu, anî ziman ku li gel 33 sal di ser darbeya leşkerî ya faşîzma 12'ê Îlonê re derbas bû dîsa hişmendiya dewletê ya înkar, komkujî û qirkirinê ya li hemberî gelê kurd nehatiye guhertin. Encu, anî ziman ku îspat û berhemên darbeya leşkerî û faşîzma 12'ê Îlonê komkujiya Roboskiyê ye û wiha got: "Di 11 salên serdema AKP'ê de hikûmeta AKP'ê tenê xwestiye mislimanên li gorî xwe ava bike û maf û azadiya kesên din ji destê wan bigire. 

Encu, bertek nîşanî dosyayên ku sewqî dadgeha leşkerî kirine jî da û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dosya teslîmî dadgeha ku ji darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê maye kir. Ev hişmendî û hikûmeta AKP'ê kujerên komkujiya Roboskiyê vedişêre û dixwaze ser komkujiyê binixwême. Berdewamê hişmendiya darbeya leşkerî ya 12'ê îlonê û berpirsiyarê komkujiyê Serokwezîr Recep Tayip Erdogan û kabineya wî ye."