Berî cejna Ezîdiya Semîner hat dayîn

Berî cejna Ezîdiya Semîner hat dayîn

Beriya Cejna Êzîdiya li ser wetaya ol û cejna Êzîdiya ji aliyê Saziya Rewşembîrî ya Biedra semînerek hat dayîn. Semîner li gundê Biedrê li  Saziya Rewşembîra ji aliye Serokê Bingeha Laleşa Biedrê Xelat îlyas Murat û Pîr Gohdar Alîcoqî hat dayîn.

Di semînerê de  li ser ol û ciwaka Êzîdî û cejna ku Êzîdiya ku her sal li Laleş tê pîrozkirin hat rawistîndin. Serokê Bingaha a Laleşê Xelat îlyas Murat axiftina vekirinê  kir û ji bo cangoriyê azadiyê rêz hat girtin û pişt re  revşenbir û Pîr Gohdar Alîcoqî axifî û ola Êzîdiya wekî ola Mezopotamya ya herî kevin û bingeha olan  bi nav kir.

Semînera ku li Saziya Rewşembîrî  ya bajarokê Biedre yê girêdayî Şêxan a herêma Laleş hat dayîn ji aliye gelek rewşenbîr û hemwelatiyan ve hat gundarkirin. Semîner bi pirs  û nîkaşên li ser cejna Êzîdiya bidawîbû.

Pîr Goran Alîcoqî bal kişand ser rewşa ku niha jî pirsgirêkê olî di nava ciwakê de tê jiyankirin û got: “Olekî berî 1400 salî derketî, nikare  bibe bersiva sala 2013’yan.” Alîcoqî bal kişand li ser  kevneşopiya Êzîdîtiyê û wiha berdevamkir; “Ji ber ola Êzîdîtiyê olekî xwezayiye tû pirtûk û resûlê ne hatiye. Ev rastiya Êzîdiyê bûye sebebê ku ola Êzîdî hertim bi jiyanê vê girêdayî bimîne. Êzîdî di destpêka xwe de wek civak serê xwe li ber ti ol û êrîşa netevandiye,  ji ber wê yekê jî îro ola Êzîdî bi ser bilindî li ser piya ma ye.”

Cejna Êzîdiya ku her sal li parestgeha (Ziyaretgah) a Lalêş tê pîrozkirin, di çerçevaya çand û ola Êzîdiya de pîrozbahî heft rojan berdevam dike. Lê ji ber çend roj berê li Hewlerê teqîn hat çêkirin, pîrozbahiyê îsal ên Laleş ji ber  ewlekariyê îsal merasîmê  olî ku hecî li Lalêş pêktinin hatîn îptalkirin.