Berî cejnê goristanên gerîla hatin ziyaretkirin
Berî cejnê goristanên gerîla hatin ziyaretkirin
Berî cejnê goristanên gerîla hatin ziyaretkirin
Bi boneya Cejna Qûrbanê li Semsûr û Îzmîrê gorên gerîlayên PKK û HPG’ê hatin ziyaret kirin.
YAKAY-DER û Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Semsûrê bi boneya Cejna Qûrbanê gorên gerîlayê PKK û HPG'ê yên di dem û cihên cûda de jiyana xwe ji dest dane û li Goristana Karapinarê hatine definkirin, ziyaret kirin. Di serdanê de jibilî malbatên gerîlayên PKK û HPG'ê gelek kes beşdar bûn. Di serdanê de dirûşmeyên wekî "Şehît namirin" û "Ey şehît riya we riya me ye" berz kirin û deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endamê Lîjneya Rêveberiya YAKAY-DER'ê Mahmut Elçî axaftinek kir û got: "Em van hevalên ku ji bo azadî û hebûna gelê xwe têkoşîneke bi rûmet meşandin û şehît ketin bi rêzdarî bibîr tînin." Piştre Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Semsûrê Abuzer Kuçukkelepçe axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna ligel hemû pêkûtî û zilma li ser gelê kurd û destnîşan kir ku, ew dê xwedî li têkoşîna kesên di vê têkoşînî de jiyana xwe ji dest dane derkevin.
Piştî axaftinan dia hatin xwendin û qurnafîlan danîn ser goran.
ÎZMÎR
'DÊ HESABÊN VAN PÊKANÎNAN DEMA ÇIYA AZAD BIBIN DÊ BÊN PIRSÎN'
Endamên Komeleya Piştevanî û Malbatên Xizmên Xwe Windakirine (YAK-DER), bi boneya Cejna Qûrbanê gorên Selahattîn Adibellî ku di 2000'î de di Girtîgeha Naziliyê de jiyana xwe ji dest da, Zekiya Alkan a di 1990'î de di Newrozê de bedena xwe da ber agir û gerîlayê HPG'ê Vedat Seven a di 2008'an de di encama pêvçûna li Çewlikê derketî de jiyana xwe ji dest dayî de, hatin ziyaretkirin. Gelek hemwelatî, rêveberên rêxistina BDP'ê ya bajêr û navçeyên Îzmîrê, TAY-DER, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê jî beşdarê serdanê bûn. Di rêzgirtinê de dirûşmeya "Şehît namirin" berzkirin. Piştre qûrnefîlan danîn ser goran. Endamê YAK-DER Mehmet Çelîk li ser gora Selahatîn Adibellî ku di 2000'î de di Girtîgeha Nazîliyê de jiyana xwe ji dest da axivî û got "Em her tim li pey berdel û canê ku şehîdên me dane ne. Dê hesabê vê rojek dema çiya azad bibin dê bê pirsîn."
Piştre Serokê YAK-DER'ê Sureyya Yilmaz li ser gora Zekiye Alkan ku di Newroza 1990'î de bedena xwe da ber agir, axivî û diyar kir ku di şerê ku zêdetirê 30 sal e didome de bi hezaran ciwan jiyana xwe ji dest dan. Yilmaz, da zanîn ku ji bo ji niha û pê de keseke din nemire tiştê bikeve ser wan dê bikin. Yilmaz, destnîşan kir ku di Tirkiyeyê de şereke qirêj tê meşandin û got: "Dewleta tirk bi salane ciwanên kurdan ên ji bo daxwazên xwe yên mafdar têdikoş in qetil dike."