Bêrîtan navê fedaîtiyê ye
Bêrîtan navê fedaîtiyê ye
Bêrîtan navê fedaîtiyê ye
Gerîlayên YJA-Starê di 21. salvegera şehadeta gerîlaya PKK'ê Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan ku di berxwedana li dijî êrîşên PDK'ê de jiyana xwe ji dest da, axivîn û gotin, "Li dijî her şêweyên paşverûtî û koledariyê emê di xeta hevala Bêrîtan de xwe nû bikin û têkoşîna jinê li her qadê bimeşînin."
Di 5'ê Cotmeha 1992'an de bi biryara MGK re dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dest bi operasyoneke mezin kir. Li qada Başûrê Kurdisatnê jî hevkarê wan PDK'ê di 16'ê Cotmehê de bi piştgiriya dewleta Tirk operasyon destpê kir. Di vê operasyona Tirk-PDK'ê ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de di 25'ê Cotmehê de Bêrîtan ku weke "milîtana xeta azadiyê ya jinê" tê bi navkirin, teslîmkarî qebûl nekir û heta fîşeka xwe ya dawî şer kir. Li hemberî bangên teslîmkariyê çeka xwe ya guleyên wê qediya şikand, bi awayekî fedayî xwe ji zinar avêt û dawî li jiyana xwe anî. Lewma jinên Kurd rojua 25'ê Cotmehê weke "Roja Berxwedan û Têkoşînê" dibînin.
Fermandarên YJA-Starê der barê Bêrîtan û çalakiya wê de ji ajansa me re axivîn.
HARÛN: WEKE ŞOPDARÊN BÊRÎTAN EMÊ BER BI SERKETINÊ VE BIMEŞIN
Avesta Harûn da xuyakirin ku Bêrîtan nîşaneya pêşengî, milîtanî û fedaîtiya jinê ye û destnîşan kir ku Bêrîtan ne tenê fermandareke leşkerî di heman demê de bi kûrbûna xwe ya îdeolojîk û felsefî re mamosteyeke jiyanê ye.
‘PKK XETA BERXWEDAN Û AZADIYÊ YE’
Harûn ragihand ku di dîroka Kurd de xetên xiyanet û berxwedanê her dewam kirine û got, "PDK ya xeta xiyanetê dimeşand, paşverûtî û koledarî temsîl dikir. Ji ber ku di operasyona dewleta Tirk de weke noker cih digirt û teslîmkarî ferz dikir. Li aliyê din PKK'ê jî xeta berxwedan û azadiyê temsîl dike. Ji ber ku dewleta Tirk di kesayetiya PKK'ê de dixwaze gelê Kurd teslîm bigire û tine bike. Tevgera me ya azadiyê ku li dijî vê têdikoşe, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd îfade dike."
AMED: HEVALA BÊRÎTAN NAVÊ FELSEFEYA RÊBERIYÊ YA DI JIYANÊ DE YE
Nesrîn Amed jî Bêrîtan bibîr anî û got, "Weke şopdarên hevala Bêrîtan emê heta serketinê têkoşîna wê bi hêz bikin û bimeşînin. Pêşenga jinê hevala Bêrîtan, ruhê veşartî yê Rêbertiyê hem di şer û jiyanê de, hem di hevaltiyê de bi moral û coşa xwe nîşan dida. Ji ber vê yekê em wê weke fermandara peşeng dibînin. Taybetmendiyên fermandariyê di vir de veşartî ne. Her tim xwedî pêşdîtinê bû."
‘HEVALA BÊRÎTAN YEKITIYA NÊRÎN Û ÇALAKIYÊ YE’
Amed ragihand ku Bêrîtan di çarçoveya xet û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevdigeriya û got, "Hevala Bêrîtan felsefe û îdeolojiya Rêberiyê di kesayetiya xwe de afirand û xist meriyetê. Ji ber vê yekê mirov nikarin bi tenê bi yekalî nêzî hevala Bêrîtan bibin. Têkoşîna hevala Bêrîtan piralî û gelekî berfireh e. Ev yek jî yekitiya nêrîn û çalakiyê nîşan dide."
AVARÎN: LI DIJÎ PAŞVERÛTIYÊ SEKNEKE FEDAÎ YE
Sozdar Avarîn jî roja 25'ê Cotmehê weke roja kifşbûna ruhê şoreşger û veşartî yê jinên Kurd binav kir û got, "Roja şedaheta hevala Bêrîtan destpêkek bû. Ji ber ku 25'ê Cotmehê roja ku di kesayetiya hevala Bêrîtan de hêza şoreşgerî ya di dil û ruhê hemû jinan de veşartîbû, derketibû holê. Hevala Bêrîtan li dijî paşverûtî û koledariyê bi fedaî têkoşiya. Li gel vê, weke milîtana akîf a xeta rizgariya jinê, bû sembolek destpêkê."
Avarîn diyar kir ku divê têkoşîna fermandar Bêrîtan li her qadê ji aliyê milîtanên azadiyê yên jinê ve were xurtkirin û got, "Em îro di çarçoveya têkoşîna hevala Bêrîtan de li hemberî paşverûtiya dijberiya azadiya jinê li çiyayên azad têdikoşin."
RAMAN: BÊRÎTAN DI NAVA PKK'Ê DE XETEK E
Tolhildan Raman jî bi van gotinan Bêrîtan bibîr anî: "Hevala Bêrîtan ji bo me nîşaneya têkoşîn, berxwedan û lehengiyê ye. Hevala Bêrîtan ji bo sekneke. Fermandar Bêrîtan gelekî bi çiyayên azad re dilsoz bû. Çalakiya fedaî ya hevala Bêrîtan, li dijî xiyanet, nokerî û paşverûtiyê seknek bû. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo hevala Bêrîtan got, 'Bêrîtan di PKK'ê de xeteke.' Rêber Apo bi van gotinan destnîşan dike ku B'êrîtan di rizgariya jinê de xeta pêşeng e."