Bêrîvan Aslan: Keçên me ji DAIŞ'ê biparêzin

Bêrîvan Aslan: Keçên me ji DAIŞ'ê biparêzin

Parlamentera Awûstûryayê Bêrîvan Aslan, bi tîşortê bi nivîsa "Keçên me ji DAIŞ'ê biparêzin" tevlî rûniştinên li parlamentê bû. Aslan di axaftina xwe ya li parlamentê de bang li Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî kir ku li dijî terora DAIŞ'ê ya li hemberî jinan, bikevin nava tevgerê.

Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan, duh bi tîşortê bi nivîsa "Keçên me ji DAIŞ'ê biparêzin" tevî rûniştinên parlamentê bû. Aslan diyar kir ku ew bi vî rengî destekê dide jinên bi rojane li gelemperiya Ewropayê çalakiyan lidar dixin û der heqê pêkanînên DAIŞ'ê yên li hemberî jinan de axaftinek ji parlamentê re kir.

Aslan di axaftina xwe de ragihand ku DAIŞ'ê bi hezaran jinên Kurd, Êzidî, Xiristiyan û Tirkemn revandiye, li bazaran firotiye û kiriye kole û destnîşan kir ku gelek jinan li pêşberî vê rewşê dawî li jiyana xwe anîne. Aslan da zanîn ku pêkanînên li dijî jinan ên li Iraqê bi rêk û pêk in û bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir ku ji bo jinan bikevin nava tevgerê. Aslan ragihand ku divê ji bo jinan maseyeke krîzê bê avakirin û got, "Wêrek bin û bi me re ji bo mafên jinan têbikoş in."