Beriya çalakiya Serêkaniya ser xetê polîs ketin nava tevgerê
Beriya çalakiya Serêkaniya ser xetê polîs ketin nava tevgerê
Beriya çalakiya Serêkaniya ser xetê polîs ketin nava tevgerê
Beriya çalakiya piştevaniya Rojavayê Kurdistanê ya KCD û BDP'ê, li ketin û derketina navçeya Serêkaniya ser xetê bi sedan polîsan nuqteyen kontrolê danîn. Polîs li hemû wesayîtên derbasî navçeyê dibin, digerin. Hat hînbûn di encama van lêgerînan de kesekî bi navê Abdûlakdîr Dogan bi hinceta der heqê wî de biryara "girtina rê" heye, hat binçavkirin.
Ji bo çalakiya KCD û BDP'ê ya li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Serêkaniya ser xetê, ji gelek bajaran girseyên gel serê sibê herikîn navçeya Riha Serêkaniyê.
Beriya çalakiyê polîsên Tirk li navçeyê tedbîrên tund girtin. Li qada derketina ji navçeyê li Derbasoka Nexweşxaneya Dewletê bi sedan polîsan li gel maşînên zirxî TOMA û Akrep nuqteyên kontrolê danîn.
Hemû wesayîtên sivîl ên diçin Serêkaniyê tên rawestandin, kontrola nasnameyan tê kirin û li hundirê wesayîtan tê gerîn. Polîsan li herêma Kepez a li ketina Serêkaniyê nuqteyeke din a kontrolê danîn û heman pêkanînê dimeşînin. Balkêş bû ku nuqteyên kontrolê yekser ji aliyê Mudurê Emniyetê yê Bajarê Rihayê Mehmet Lîkoglû ve tê kontrolkirin.
Tê payîn konvoya wesayîtan ku Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de ye, di demeke kurt de bigihêje nuqteya kontrolê. Di vê navberê de polîsan wesayîtên ji Amedê dihatin Wêranşarê rawestandin û welatiyekî bi navê Abdûlkadîr Dogan bi hinceta der heqê wî de biryara "girtina rê" heye, kirin binçavan. Hat ragihandin ku Dogan birine Muduriyeta Navçeyê ya Wêranşarê. Li gel vê tevgera li derveyî navçeyê, li navenda navçeyê jî tedbîrên tund ên polîsan balê dikşînin.
Gelek wesayîtên ji navçeya Mêrdîn Qoserê ketin rê, 40 kîlometre beriya bigihêje Serêkaniyê li nuqteya kontrolê ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Leşkeran, piştî kontrola wesayît û nasnameyan destûra derbasbûnê dan wesayîtan.