Hat ragihandin ku dibe peywirdarên machinist û passaportan beriya lîstokên Olîmpiyatan ên ku paytexta Îngilîstanê London malovaniya wê dike, di 26’ê tîrmehê de dest bi grevê bikin.
London amadekariya yek ji lîstokên Olîmpiyatê yên dîrokî ya sala 2012 de dike. Lê niha bi pirsgirêkek pir ciddî re rû bi rû ye. Sendîkaya Xizmetên Gelemperî û Bazarî ya Înglîz (PCS), tevî Balefirgeha Heathrow a Londonê, bi hezaran endamên wê yên peywirdarên sînoran hene. Sendîkayê ragihand ku ew ê beriya Lîstokên Olîmpiyetê di 26’ê tîrmehê de grevek li dar bixin û dê 24 saetan berdewam bike.
Rayedarên sendîkayê, ragihand ku endamên wê di dema olîmpiyatan de mesayî nakin. Sendîka ji bo endamên xwe zêdetir pere û şert û mercên baştir ên xebatê dike.
Tê diyarkirin ku Balefirgeha Heathrow, di 26’ê tîrmehê de ji ber lîstokên Olîmpiyatê li benda 126 hezar rêwiyan e. Lê bi awayeke asayî, di rojên havînê de rojane 19 hezar kes tên vê balefirgehê.
Serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron daxuyaniyê grevê şermezar kir û daxwaza hevdîtinê kir.