Beriya merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Enguder pevçûn

Beriya merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Enguder pevçûn

Li navçeya Colemêrg Geverê, beriya merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aydin Enguder (Firat Ganîroj) ji ber kombûna polîsan tengezarî derket û ciwanan bi polîsan re pev çûn.

Beriya merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aydin Enguder (Firat Ganîroj) ê ji gundê Sişemzîn ê di şerekî sala 2008'an de jiyana xwe ji dest da, liv û tevgera maşînên zirxî yên polîsan ên li navçeya Geverê, rê li ber nerazîbûna gel vekir. Tengezarî veguherî pevçûnê û polîsên Tirk bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên plastîk êrîşî gel kirin.

Ciwanan jî bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan. Ji ber êrîşa bi bombeyên gazê ya polîsan, gelek dikandaran neçar man derabeyên xwe daxînin. Tengezariya li navçeyê dewam dike.