Beriya meşa ber bi Girê Rehmo ve veguhastina leşkerî
Beriya meşa ber bi Girê Rehmo ve veguhastina leşkerî
Beriya meşa ber bi Girê Rehmo ve veguhastina leşkerî
Beriya meşa li dijî yekîneyên seyar ên li Girê Rehmo, hejmareke zêde leşker ber bi herêmê ve hatin veguhastin.
Hate hînbûn ku, beriya meşa ji aliyê BDP’a Geverê ve li dijî yekîneya seyar ya li Girê Rehmo ê li herêma Doskî hatiye bicihkirin di demjimer 14:00’an de pêkbê, li herêmê veguhastinekî mezin ya leşkerî pêktê.
Ber bi Girê Rehmo ve bi gelek helîkopteran veguhastina leşkerî têkirin û hate ragihandin ku, bi wesayîtên zirxî jî veguhastin tê kirin.
Liv û tevgera helîkopteran li navçeyê didome.