Beriya NATO’yê çek li Sûriyeyê ne!

Beriya NATO’yê çek li Sûriyeyê ne!

Li Suriyeyê ku şerê navxweyî her diçe zêde dibe hêj mudaxaleya leşkerên NATO’yê nehatiye rojevê û bi lîsansa welatên NATO’yê de çekên tên hilberandin tên bikaranîn. Şîrketa çekan a di hedefê de jî tifingên G-3 hildiberîne, derket holê ku fîrmaya Hecker& Koch ku fîrmaya hilbreîna çekan a Almanyayê li li Lîbyayê hem çekan difirot Qedaf û hem jî serhildaran. NY’ê xwe amade dike ku kontroleke zêde deyne hilberînerên çekan.

Serdozgerê Stuttgartê di meha cotmeha 2011’an, fîrmaya hilbrena çekan Heckler&Koch ya di fîrmaya herî mezin Almanyayê û li cîhanê jî pêncemî ne, lêpirsîn dabû destpêkirin. Hincet jî ev bû ku çekên G-36 çawa ketine destê serhildarên Lîbyayê û rojava embargoya ku li rejîma Qeddafî pêk aniye binpêkiriye an na.

Ev çekên li Almanyayê tên hilberandin bi taybetî di meha tebaxa 2011’ê de di pevçûnên ku Muammer Qeddafî tê de hatibû kuştin hatin belgekirin. Ya balkêş ew e ku heman çek di destê leşkerên Qeddafî de jî hebûn. Wê demê dozger ji kovara Spîegel re axavibî û diyar kiribû ku îhtîmal heye ku fîrmayê ambargo bin pê kiribe.

SÎCÎLA FÎRMAYÊ QIRÊJ E

Di lêpirsînê de tu encam derneket û her wiha rayedarên Hecker&Koch îdia kirin ku bi tu awayî çek nedane Lîbyayê. Her wiha îdia kir ku ev çekên mijara gotinê de ev çek di sala 2003’an de firotine Wezareta Parastinê ya Misirê. Fîrmaya Heckler&Koch ku li eyalata Wurttemberg a navenda Badem e bi qasî çekên baş diafirîne, bi paşeroja xweya qirêj jî tê nasîn.

Di salên 1980’an de fîrmayên embargoya rojava piştguh kir û çek firot Almanyaya Rojhilat û Yugoslavyayê. Ligel vê di sala 1988’an de alîkariya CIA û firotina çekan a Nîkaragua bi belgeyan hatibû tesbîtkirin. Di sala 1993’an de şefê fîrmayê ji bo ku li ser Îngîlîstanê çek firotibû Dubaî hatibû darizandin di 2006’an de di dema ku li Kafkasyayê gengeşî derketibû asta herî jor bi erêkirina hikûmeta Alman piyadeyên G36 firotibûn Gurcîstanê.

Di rojên borî de rojnameya Suddeutsche Zeîtûng diyar kiribû ku di sala 2006’an de zarokên bi navê Enes Ata bi çeka G3 a ku Heckler&Konh hatiye kuştin û bal kişandibûn ser binpêkirina peymana fîrmayê û gotibû; “Ev çek li dijî sivîlan û li herêmên pevçûnê nayên bikaranîn.”

KARANÎNA MUXALÎFÊN SURIYEYÊ ÎLEGAL E

G3 herî dawî li Suriyeyê di pevçûnan de dihat bikaranîn. Di vîdeoyên muxalîfan de ev yek hate tesbîtkirin. Her wiha bombeyên destan jî yên fîrmaya bi navê RUAG ya Swîsreyê ye. Swîsre îdia dike ku ev bombeyên destan berê firotiben Komkara Ereban. 4200 G36 jî firotibûn Siudî Erebîstanê.

Bi heman awayî Tirkiye jî G3-3 bi karanîna lîsansa xwe hildiberîne. Tê nîqaşkirin ku hem Komkara Ereban û hem jî Siudî Erebîstan û Tirkiyeyê ji bo muxalîfan van çekan peyda dike. Di salên dawî de zêdebûna binpêkirina NY xist nav tevgerê. Xwe amade dike ku kontrolek zêde deyne ser firotina van çekan.

Tê payîn ku NY heta 27’ê tîrmehê Peymana Bazirganiya Çekan (Arms Trade Treaty) a ji bo ku ev çek bên asteke zelal, aşkera bike.

HECKLER&KOCH BI ÇI DIXEBITE?

Fîrmaya Hheckler&Koch ku herî kêm çekan difiroşe 92 welatan û li gorî civaka aştiyê ya Almanyayê di navbera 1961-2001’ê de 40 salan li seranserê cîhanê bûye sedema mirina 1,5 mîlyon mirovan. Ligel vê tê payîn ku dê fîrma peymanên nû jî çêbike. Fîrma ji bo ku ji hikûmeta Berlînê erêkirina firotinê bigire, bi rêbazeke balkêş dixebite. Hikûmet û muxalîf jî di bin navê xêrê de pereyan li fîrmayê dibarînin.

Hatibû tesbîtkirin ku partiya CDU û FDP ji 2002’an heta niha 93 hezar Euro weke xêrê daye fîrmayê û di kala ARD hatibû belgekirin. Lê tê gotin ku ev hejmar gelek kêm e.