Piştî Franseyê, Almanyayê jî ragihand ku ew ê balyozê Sûriye yê Berlînê dersînor bikin. Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand ku dê Balyozê Sûriye yê Berlînê di 72 demjimêran de ji Almanyayê derbikeve.
Li gorî nûçeya DPA’yê, Wezareta Derve ya Almanyayê bang li Balyozê Sûriye yê li Berlînê kir û jêre gotiye divê di nava 72 demjimêran de ji Almanyayê derbikeve.
Serokomarê nû yê Franseyê François Hollande, di civîna li Koçika Eylee li dar xist de ragihand ku dê îro an jî sibê balyozê Sûriye yê li Parîsê were dersînorkirin.