Bernameya mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê aşkera bû
Bernameya mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê aşkera bû
Bernameya mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê aşkera bû
Mîtînga 1'ê Îlonê ya Roja Aştiya Cîhanê wê li Qada Îskele ya Kadikoyê bê lidarxistin, wê bi meşeke ku ji du deveran pêk bê, destpê bike. Di mîtînga ku li bendê ne bi sed hezaran kes beşdar bibe de di nava wan de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlementerên BDP'ê, serok û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî wê beşdar bibin.
Serokê Komîteya Amadekar a mîtîngê Erkan Karahan tekildarî bernameyê agahî da. Karahan, destnîşan kir ku wê bi meşa ku ji du deveran bê destpêkirin, wê bigihêjin qada mîtîngê wiha got: "Ji ber Nexweşxaneya Numune ya Kadikoy saet 14.00'an pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan wê kom bibin û ber bi qada mîtîngê ve bimeşin. Dîsa di heman saetê de ji ber Navenda kirîn û firotinê ya Tepe Nautilus jî rêxistinên TMMOB, KESK, DÎSK, TTB û rêxistinên civakên sivîl jî bi sendikayên cuda re wê bên gel hev û ber bi qada mîtîngê ve bimeşin."
'WÊ ZINCÎRA JI MIROVAN BÊ ÇÊKIRIN'
Karahan, da zanîn ku wê ji forumên di dema berxwedana Gezî de li herêmên cuda hatibûn avakirin, zîncîrên ji mirovan çêbikin û bi vî awayî beşdarî mîtîngê bibin wiha got: "Di hevdîtinên ku me bi kesên ji foruman beşdarî mîtîngê bibin de, agahî wergirt ku her forum ji herêma xwe wê ber bi Kadkoy ve zîncîrên sembolîk çêbikin." Karahan, da xuyakirin ku wek komîteya amadekar dema xebata mîtîngê bi rê ve birin, ji bo piştgiriya ji zîncîrên ku aliyê foruman ve bên çêkirin jî banga piştgirîdayînê kirine.
Karahan, anî ziman ku bernameya fermî ya mîtîngê wê saet 16.00'an destpê bike. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahettîn Demîrtaş, Parlamenterên Stenbolê yên BDP'ê Sirri Sureyya Onder û Sebahat Tuncel, Parlamenterê Agirî yê BDP'ê Halîl Aksoy, Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel, serok û nûnerên partiyên siyasî, nûnerên sazî û dezgehan jî wê beşdar bibin.
Piştî axaftinan jî Koma Vardiya, Erdogan Emîr û Koma Agirê Jiyan wê stranên xwe pêşkêş bikin.