Bernameya Newroza Rojava diyar bû

Bernameya Newroza Rojava diyar bû

Ji bo pîrozbahiya Newrozê Komîteya Navendî ya Amadekariyên Newrozê ya Rojavayê Kurdistanê, bernameya pîrozbahiyan aşkera kir.

Li Rojavayê Kurdistanê ku ev çend roj in heyecan û coşa Newrozê destpê kiriye û li kolanan pîrozbahî tên lidarxistin, bernameya pîrozbahiyên navendî jî aşkera bû. Li gorî bernameya Komîteya Navendî ya amadekariyên Newrozê pîrozbahî wê di 21’ê Adarê de li 11 navendan bêne lidarxistin.

Navendên ku wê pîrozbahî lê bêne lidarxistin û bernameya wan wiha ye:

QAMIŞLO

Cihê pîrozbahiyê: Qada Şehîd Xebat a li Taxa Hilêliyê

Demjimêr: 09.00

Hunermend: Hozan Bengîn, Erol Berxwedan û komên herêmî

AMÛDÊ

Cihê pîrozbahiyê: Li ser riya Nadî Seyran a li ser riya Qamişlo

Demjimêr: 09.00

Hunermend: Hozan Bengîn, Erol Berxwedan û komên herêmî

TIRBESIPIYÊ

 Cihê pîrozbahiyê:  Bexçeyê Mezin

Demjimêr: 09.00

Hunermend: Serhedo û komên herêmî

DÊRIK

Cihê pîrozbahiyê : Qada Newrozê (Stadyuma Şaredariyê)

Demjimêr: 09.00

Hunermend:  Hozan Serhedo  û komên herêmî

GIRKÊ LEGÊ

Cihê pîrozbahiyê: Li rex asayişa Girkê Legê ya li ser riya Aliyan

Demjimêr: 09.00

HESEKÊ

Cihê pîrozbahiyê: Gundê Miftî (cihê pîrozbahiya par)

Demjimêr: 09.00

Hunermend: Genco û komên herêmî

DIRBÊSIYÊ Û TILTEMIR

Pîrozbahiyên bajarên Dirbêsiyê û Tiltemir wê li Dirbêsiyê bêne lidarxistin.

Cihê pîrozbahiyê: Meydana Sînaa

Demjimêr: 09.00

Hunermend: Narînxan û komên herêmî

SERÊKANIYÊ

Cihê pîrozbahiyê: Stadyuma Şehîd Rustem

Demjimêr:09.00

Hunermend: Narînxan, Cemalê Tîrêj û komên herêmî

KOBANÊ

Cihê pîrozbahiyê:  Meştenûr

Demjimêr: 09.00

Hunermend: Narîn Şêxê û komên herêmî

EFRÎN

Cihê pîrozbahiyê: Navenda bajêr

Demjimêr: 09.00

Hunermend: Seyda Perînçek û komên herêmî

ŞAM

Cihê pîrozbahiyê:  Taxa Zorava

Demjimêr: 09.00

Hunermend: Komên herêmî