Sala borî di 1’ê Nîsanê de Buroya Neteweyên Yekbûyî ya Mazar-î Şerîf ji aliyê gel ve hatibû serdegirtin. Di nava wan de welatiyên Norweç û Swêdê jî hebûn 7 kes hatin kuştin. Televîzyona Dewletê ya Swêdê (Svt) belgeyeke ku mohra veşarî ya Wezareta Derve ya Swêdê li sere ya der barê ku DYA sedema mirinan û qewimîna bûyerê ye aşkera kir.
Sala borî di meha adarê metranê DYA Terry Jones li Florîdayê Quran şewitandibû û ev yek li Efxanîstanê rastî bertekên tund hatibû. Li gorî agahiyên ku di belgeyên Svtê bi dest xistiye, tê gotin ku Efxanan ku ji bo ku li ber seferatxaneya DYA’yê xwepêşendanekê pêk bîne ji bo destûrê serlêdan kirine. Çalakgerê ku ber bi seferatxaneya DYA’yê bi dirûşmeyên ‘Ji DYA’yê mirin’, ‘Ji Israîlê re mirin’ meşiyan, di carekê de riya xwe guhertin û berê xwe dan ber avahiya Neteweyên Yekbûyî. Personelên Netewên Yekbûyî bê amadekarî bûn û çalakger ketin hundir û 7 kes kuştin.
DYA’YÊ SÎXURÊN AFGAN KIR DEWRÊ
Li gorî belgeyên ku Svt bidestxistine peywirdarên ewlehiyê yên DYA’ê dizanîn bû ku dê çalakger bimeşin seferastxaneya DYA’yê. Ji bo ku peşî li êrîşên li hemberî seferatxaneyê bigire sîxurên Afgan û hevkar kirin dewrê. Kesên xwepêşengan bi rêxistin kiribûn birin ‘Mizgefta Şîn’ û li wir zext li wan kirin kum eş berbi avahiya NY’ê bê kirin. Lê ji personelan re agahî nehat dayîn ku dê me berbi avahiya NY’ê bê kirin.
Leşkerên avahiya NY ê ji bo xwepêşandan gulebaran bike fermanda daye. Polîs jî mudaxaleyê êrîşên xwepêşedêran nekir.
Şefê Polîsan a Mazhar-i Şerîf Ebdul Rahoof Taj ji Svt’ê re axivî û wiha got: “Em ne amade bûn ku dê ew bikevin avahiya NY’ê. Me li gorî cihê ku polîsan nîşan dabû bi cih kiribû. Lê ya ku wan kir ne xwepêşendan bû. Planeke din hebû. Gel pir bi hêrs bû. Ger me 100 heb jî ji wan bikuşta dê dîsa biketana avahiyê. Me nekarî ew bidana sekinandin.”
Her wiha di belgeyê de tê gotin ku Amerîka her tim ji bo berjewendiyê xwe li welatên din rê li ber encamên cidî vedike.
Rayedarên Wezareta Derve ya Norweçê diyar kir ku ji bo belgeyên tên behskirin, bigire dê serî li Wezareta Derve ya Swêdê bidin.