Greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza sererastkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê 10 hezar girtiyan ve hatiye destpêkirin, ket roja 59’emîn. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan got; “Carna sedemên mafdar jî yên îdamê hene” û bi vî awayî careke din îdamê anî rojevê.
Her çendî greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd kete roja 59’emîn, lê heta niha xemsarî û heqaretên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ên li hemberî daxwazên girtiyan berdewam dikin.
Rojeva serdanên Erdogan a li Endonezyyaê “îdam” bû. Erdogan li paytext Balîyê di panelekê de axivî û bal kişand ser mînaka welatên ku cezayê îdamê lê berdewam dike û got: “Binêrin, li Norwecê bûyerek qewimî. Kesek xwe nenas, rabû 77 welatiyên Norwecê qetil kir. Kesek. Lê çi bersiv dan wî? 21 sal mehkûmyet. Min pirsî û min mereq kir, ya çawa mirovek 77 kesan dikuje bi 21 salan tê cezakirin? 21 salan dê çi bibe? Ev zilam dê bejna xwe bihejîne û derbikeve. Bersiva dan min ev bû: Nexêr dernakeve! Piştî 21 salên din dê hincetek peyda bikin û 21 salên din ceza bidin wî. Ez ê çawa ji vê bawer bikim? Divê em vê çareser bikin. Niha li Ewropayê îdam rabû, ma li DYA’yê, Japonyayê û li Çînê rabû?” Erdogan got; “Wê demê carna hin sedemên mafdar ên îdamê hene.”
Erdogan hefteya borî jî ji bo daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de gotibû: “Vê yekê veneguherînin şantajê. Ji ber ku em bi çalakiyên hûn dikin, serokê terorîstan dernaxin û naşînin mala wî. Niha jî gelek mirovên me û lêkolînên raya giştî dibêjin bila cezayê îdamê careke din were!”