Li Îtalyaya ku heta niha nekariye ji bo pirsgirêkên aboriyê çareyekê bibîne, dê meha adarê hilbijratin pêk bê. Serokwezîrê berê Silvioa Berlusconi aşkere kir ku ew ê di hilbijartinana de careke din bibe namzed. Serokwezîrê teknokrat Mario Monti jî aşkere kir ku ew ê îstîfa bike.
Serokwezîrê Îtalî Mario Monti da zanîn ku ew ê îstîfa bike. Ev daxuyanî ji aliyê Koçika Serokkomariyê ve hate kirin. di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî hevdîtina demjimêrekê di navbera Monti û serokkoar Giorgio Napolitano de pêk hat, Monti biryara îstîfayê daye.
Piştî nûçeyên derbarê biryara îstîfayê ya Monti de, serokwezîrê berê yê Îtalyayê Sylvio Berlusconi aşkere kir ku ew ê ji bo hilbijartinên meha adarê bibe nazmed. Berlusconi di daxuyaniay duh da de û got ‘Di çarçoveya berpirsyartiya ji bo welat de’ ew ê careke din bibe nazmed.
Berlusconiyê ku ji ber gelek dosyayên weke bertîl û şelandinê tê darizandin, mijdara 2011’ê ji ber krîza aborî û zextên di vî warî de îstîfa kiribû. Bi taybet jiyana wî ya taybet û serweta wî gelek caran bibû rojeva cîhanê. Piştî îstîfakirina Berlusconi, yek ji pisporên aboriyê û dîplomatê Yekitya Ewropayê Mario Monti ji bo peywira serokwezaretê hatibû peywirdarkirin.
Partiya Azadiyê (Pdl) ya Berlusconi piştgiriyê dide hukûmetê û piştre desteka xwe ya ji bo Monti şûnde vekişandibû. Tê payin ku hilbijartinên giştî yên li Îtalyayê di meha adara 2012’ê de pêk bên.