Bersûcê qetilkirinên kiryar nediyar Albay Temîzoz hat tehliyekirin
Bersûcê qetilkirinên kiryar nediyar Albay Temîzoz hat tehliyekirin
Bersûcê qetilkirinên kiryar nediyar Albay Temîzoz hat tehliyekirin
Fermandarê Alaya Kayserî yê berê Albay Cemal Temîzoz ê ji dozen qetilkirinên kiryar nediyar ên di navbera salên 1993-95’an de dihat darizandin û cezayê girtîgehê lê hatibû birîn hat tehliyekirin.
Albay Cemal Temîzoz ê ji doza qetilkirinên kiryar nediyar ên li Cizîrê pêk hatin di 28’ê Adara 2009’an de hatibû girtin, 5 caran cezayê muebeta girankirî lê hatibû birîn, di 27’ê Adara 2014’an de li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hatibû tehliyekirin.
Lê belê Temîzoz ji ber ji doza ‘Balyoz’ a li Stenbolê di 9’ê Cotmeha 2013’an de 18 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, di girtîgehê de bû.
Li ser îtiraza parêzeran wî Temîzoz bi biryara Daîreya 5. a Ceza ya Dadgeha Bilind hat tehliyekirin.