Bersûcên êrîşa li Efrînê hatin girtin

Bersûcên êrîşa li Efrînê hatin girtin

Hat ragihandin, 2 kesên ku di meha Tebaxê de li Efrînê êrîşa bombeyî pêk anîbûn, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin girtin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşa Efrînê hatine girtin, êrîşkarên ku di meha Tebaxê de 2 teqîn pêk anîbûn, hatine binçavkirin. Der barê hejmara kesên hatine binçavkirin û navên wan de agahî nehatin dayîn. Hate gotin ku lêpirsîna heman kesan didome.

Di êrîşa bombeyî ya 22’ê Tebaxê ya li Efrînê de, ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bibû.