Bertekên li hemberî 'Pakêta AKP’ê zêde dibin
Bertekên li hemberî 'Pakêta AKP’ê zêde dibin
Bertekên li hemberî 'Pakêta AKP’ê zêde dibin
Li Colemêrg, Gever, Zeytînburnu û Mêrsînê, partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî li dijî "PakêtaAKP’ê" ya hikûmeta AKP'ê çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku pakêta hikûmetê ji çareserkirina pirsgirêka kurd pir dûr e û nava wê vala ye.
COLEMÊRG
Platforma Demokrasî û Kedê ya Colemêrgê, nûnerên saziyên civakî, li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê kom bûn û "Pakêta AKP’ê " ya hikûmeta AKP'ê û teskereya sûriyê şermezar kir. Di çalakiyê de rêveberên BDP, HDP, ÎHD û gelek saziyên din amade bûn. Li ser navê girsê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Îsmail Akbulut, diyar kir ku ev pakêt j bo kurdan vikî vala ye.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Geverê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de gelek welatî û Dayikên Aştiyê amade bûn. Şaredarê Geverê Ercan Bora, KURDÎ-DER û gelek kesên din jî piştgirî dan çalakiyê. Nûnera TUHAD-FED'ê ya Geverê Leyla Baran, anî ziman ku gelê kurd 8 mehin pêvajoya aştiyê daye despêkirin, lê naveroka pakêtê vala ye.
ZEYTÎNBURNU
Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Zeytinburnu ya Stenbolê jî bi heman armancê bi meşekê "Pakêta AKP’ê” şermezarkirin. Girseya ku l Rawestgeha Tramvaya Mithatpaşa li hev kom bûn, heta Qada 58'an meş pêk anîn. Di meşê de girsê sloganên "Hikûmet pakêtê li serê xwe bide" û "Azadî bi pakêtê nayê sînorkirin" berz kirin. Nûnerên HDP û ESP'ê î piştîrî dan çalakiyên. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Zeytinburnu Îsmet Çetinkaya, diyar kir ku naveroka pakêtê vala ye. Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.
MÊRSÎN
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li dijî "Pakêta Demokratikbûnê" ya AKP'ê Li Parka Azadiyê ya Zarokan daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê girsê Berdevkê Demê yê KESK'ê yê Mêrsînê Îmam Ozdemir, daxuyanî da çapemeniyê. Ozdemîr, anî ziman ku AKP bi van pakêtan bêtir rê li pêş xwe vedike û xizmetê ji beş û civakên din re nake.
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armacê li avahiya xwe civîn pêk anî û Pakêta AKP'ê şermezar kir.