Berxwedana ji bo Kobanê erk e
Berxwedana ji bo Kobanê erk e
Berxwedana ji bo Kobanê erk e
Ciwanên Kurd ên ji metropolan diherikin Pirsûsê, ji bo parastina Kobanê bi biryar in. 32 ciwanên heta serê sibê li ser sînor nobed girtin, saet di 5'an de ji bo parastina berxwedana Kobanê ketin ser rê. Rûken Erûh û Berxwedan Şoreş ên berî tevlî nav refên YPG/YPJ'ê bibin ji ANF'ê re axivîn û destnîşankirin ku jîndarkirina Kobanê erk û berpirsyariyeke.
Rûken jineke 38 salî ye. Di dema têkoşîn li dijî înkarkirina nasnameya xwe de 10 salan di girtîgehê de ma. Îro jî yek ji wan jinan e ku ji bo li nav refên YPJ'ê li dijî DAIŞ'ê şer bike ketiye ser rêya Kobanê. Rûken a bi salane li hemberî kansera pêsîrê têdikoş e dibêje, "Ancax bi çûyîna Kobanê ez ê rehet bibim." Rûken destnîşan dike ku daxuyaniyen di çapemeniyê de li dijî êrîşên li hemberî Rojava û Kobanê êdî ji bo wê bêwate bûne û bi têgihiştina ku ji bo gel dikare gelek tiştan bike, biryar daye tevlî refên YPJ'ê bibe.
EGER EM DAIŞ'Ê LI KOBANÊ NESEKINÎNIN WÊ MIROVAHÎ BIMIRE!
Rûken bibîr xist ku DAIŞ ne tenê ji bo herêma Kurdistanê ji bo tevahiya cîhanê gefeke û got, "Eger em DAIŞ'ê li Rojava nikaribin bisekinînin, em ê têkevin nav cîhaneke tarî, wê dawî li mirovahiyê bê." Rûken anî ziman ku kengî biryara çûyîna Kobanê daye dilê wê aram bûye û ragihand ku ev pêvajo wezîfeyeke û ew jî di nava vê wezîfeyê de cih digire. Rûken da zanîn ku pêwîste jin bi taybetî di vê pêvajoyê de bi awayekî çalak cih bigirin û bibîr xist ku êrîşên DAIŞ'ê di kesayetiya ciavkekê de êrîşên li dijî zayenda jinê ye. Rûken bang li tevahiya jinan kir ku li dijî vê komkujiyê derkevin.
BERPIRSYARÊ BINGEHÎN Ê VÊ KOMKUJIYÊ ERDOGAN E
Şoreşger ê hînê 22 salî ye jî, mîna gelek ciwanên Kurd ji ber koça ji neçarî ya malbata xwe, li metropolan mezin bû. Bi biryara tevlîbûna li nav refên YPG'ê re, îro danê sibê saet di 5'an de bi gelek ciwanên Kurd re ket ser rêya Kobanê. Şoreşger destnîşan kir ku cihgirtina li nav refên YPG'ê, ji rewşeke wijdanî wêdetir erk û berpirsyariyeke. Şoreşger dibêje, "Zilma îro li Kobanê tê kirin li me hemûyan tê kirin û destnîşan dike ku hovîtî, destavêtin û zilma li Kobanê, li gelê Kurd tê kirin êdî bi meş û mîtîngan nayê sekinan, ji bo parastina Kobanê ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bike. Şoreşger diyar dike ku berpirsyarê vê zilm û komkujiyê Recep Tayyîp Erdogan e û dibêje, "Ji bo me ciwanên Kurd kujerê esasî ew e."
ZAROK, CIWAN, KAL, PÎR DILÊ ME LI KOBANÊ LÊ DIDE
Şoreşger bi gotina "Heta ku tevahiya cîhan dengê me bibihîze em ê şer bikin û li ber xwe bidin" nerazîbûnê nîşanî bêdengiya cîhanê ya li pêşberî rewşa Kobanê dide û dibêje, "Em naçin mirinê, em diçin kuştinê." Şoreşger da zanîn ku ji ber zilma dewletê ew di temenê zarokatiyê de ji Şirnexê hatine derxistin, bi malbata xwe re neçar maye koçî Stenbolê bikin û bi berxwedanê hînî dijderketina li neheqiyê bûye û dibêje, "Ji bilî şer, ji bilî berxwedanê ti rê ji me re nehiştin. Em her tim di rewşa parastinê de ne. Berxwedan mîna çarenûsa min û gelê min e. Ji ber vê yekê heta tevahiya gelê me azad bibe, em ê li ber xwe bidin." Şoreşger da xuyakirin ku malbata wî piştgirî daye vê biryara wî, hurmet nîşan daye û dayika wî bi xwe jî xwestiye pê re were û got, "Zilma li Kobanê tê kirin, li me hemûyan tê kirin. Zarok, ciwan, kal, pîr dilê me hemûyan li Kobanê lê dide."