Berxwedana Kobanê di roja 8. de ye

Berxwedana Kobanê di roja 8. de ye

Şervanên YPG'ê li gundan herêma kobanê derbeyên mezin li çeteyên DAIŞ'ê dan û gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê ku 15'ê Îlonê bi tank, top û çekên herî giran êrîşî herêma Kobanê kirin, di roja heştemîn de êrîşên xwe dewam dikin. Li herêmê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn bi dijwarî didomin. Di şer de çeteyên DAIŞ'ê ji sê aliyan ve bi hovîtî êrîş dikin û rastî berxwedaneke mezin tên.

Şevê din li gundên Seftik ê li rojava û Bexdik ê li rojhilatê herêmê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar rû da û heta ber destê sibê di asta herî giran de dewam kirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêzên YPG'ê li van herdu gundan derbeyên mezin li çeteyên DAIŞ'ê dane, lê ji ber dijwariya şer hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehate zanîn.