Berxwedana YPG'ê li Şaredariya Romayê hat nîqaşkirin

Berxwedana YPG'ê li Şaredariya Romayê hat nîqaşkirin

Berxwedana Kurdan a li dijî DAIŞ'ê li paytexta Îtalya Romayê di panelekê de hat nirxandin.

Bi mêvandariya Şaredariya Romayê, Partiya Ekolojîk Çep û Azadîparêz, Projeya Gelan û Buroya Înformasyonê ya Kurdistanê UIKI ONLUS bi sernavê 'Li dijî cîhadîstan berxwedana Kurdan û hevsengiyên Jeopolîtîk' panelek lidar xist.

Moderatoriya panelê ji aliyê Serokê Koma Partiya Ekolojîk û Azadîparêz a Şaredariya Romayê Gianluca Peciola ve hat kirin. Di panelê de Parlamenterê Partiya demokart û endamê komîsyona têkiliyên derve ya parlamentê Khalid Chaouki, li ser navê UIKI ONLUS Yilmaz Orkan, ji kovara Atlanta Fereica Ramacci, ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd ên li Îtalyayê Arturo Salerni, parlametnerê SEL (Partiya Ekolojîk Çep û Azadîparêz) û endamê komîsyona têkiliyên derve ya parlamentê Eraslo Palazotto, berpirsyarê polîtîkayên Derya Spî yê Partiya Demokrat Andrea Sgruletti axaftin kirin.

ROJNAMEVAN RAMACCÎ ÇAVDÊRIYÊN XWE YÊN LI ROJAVA ANÎ ZIMAN

Di panela duh êvarê saet di 17:30 de destpêkê ji kovara Atlanda Federica Ramaccî axivî. Ramaccî çavdêriyên xwe yên li Rojava vegot û diyar kir ku sîstemek xwe dispêre jinê hatiye avakirin. Ramaccî beşek ji xalên hevpeymana civakî ya Rojava bi guhdarvanan re parve kir. Desnîşan kir ku di avakirina vê sîstemê de artêşa jinê YPJ roleke diyarker lîstiye. Ramaccî ragihand ku kêm e YPG û YPJ bi tenê weke artêşekê bê nirxandin û destnîşan kir ku ew ji aliyê çandî, aborî û civakî ve ewlekariya sîstemeke alternatîf dikin.

Parlametnerê SEL Eraslo Palazatto jî di axaftina xwe de helwesta dewleta Îtalyayê ya li hemberî êrîşên DAIŞ'ê ku bi tenê alîkariya çekan dike rexne kir. Palazatto diyar kir ku alîkariya çekan çareseriyeke mayînde nîne û ev yek dikare di dema pêş de ji bo sivîlan rê li ber xeteriyê nû veke.

Parlamenterê Partiya Demokrat Khalid Chaouki jî da zanîn ku her çend Îtalya serokê demî yê Yekîtiya Ewropayê ye jî ji aliyê siyaseta derve û pêşketinên li Rojhilata Navîn ve helwesteke bi bandor nîşan nedaye.

EGER PÊŞDÎTINÊN OCALAN LI BER ÇAVAN BIHATA GIRTIN WÊ PÊŞÎ LI DAIŞ'Ê BIHATA GIRTIN

Parêzerê Ocalan Arturo Salernî di axaftina xwe de ragihand ku yên li Rojhilata Navîn li hemberî êrîşên DAIŞ'ê li ber xwe didin Kurd in. Salernî da zanîn ku Ocalan zûdeyî bal kişandiye ser vê xeteriyê û destnîşan kir ku ji ber pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan nehatiye bicihanîn, DAIŞ îro li Rojhilata Navîn bi pêş ketiye. Salernî diyar kir ku fêhmnekirina Ocalan ji aliyê cîhana Rojava û dewleta Îtalyayê kêmasiyeke mezin e. Salernî anî ziman ku divê îtalya di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi berpirsyarî tevbigere û got, "Li wê derê, yê li dijî DAIŞ'ê şer dike PKK ye, lê hînê hiqûqa Îtalyayê mirovên li Îtalyayê dijîn bi hinceta pêwendiya xwe bi PKK'ê re hene, tên krîmînalîzekirin."

Di axaftinên li panelê de hat destnîşankirin ku pêwîste nêrîna cîhana Rojava ya li PKK'ê êdî bê guhertin.