Berxwedêrê qaçax...

Berxwedêrê qaçax...

Çîroka Îsa Dalgiç ji navçeya Alanya ya Antalyayê dest pê dike. Piştî êrîşên nîqadperest hatiye girtin û rastî cezayên giran hatiye û piştre revyaye. Du birayên Îsa li gerîlayan jiyana xwe ji dest daye, du heb jî hêj gerîlane. Ew jî bi xwe di nava Yekineya Berxwedana Mexmûrê de li dijî DAIŞ’ê têdikoşe.

Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Iraq û Sûriyeyê şûnde hem Kurd û hem jî herêm dikeve demeke nû. Bi taybet jî PKK’ê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê di eniya pêş de cih girt û em bûn şahidê vê. Gelek kesî jî çekên xwe girtin û çûn eniyan.

Îsa Dalgiçê yê li Tirkiyeyê kaçax bû û li Başûrê Kurdistanê dijîn, di nava Yekineyên Berxwedana Mexmûrê de cihê xwe girt. Dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxê de êrîşê Şengalê kiribû û di 6’ê Tebaxê de jÎ êrîşê Mexmurê kir. grîlayan di 10’ê Tebaxê de çete ji herêmê derxistibûn.

Îsa Dalgiçê di yekineya berxwedanê de cih girt, çîroka wî li Alanyaya Antalyayê dest pêdike. 50 sal berê malbata Dalgiç ji Eruh a Sêrtê tê Alanyayê. Malbateke Kurd ya qerebalixe. Bi giştî 22 zaorkên malbatê hene. Îsa Dalgiç yê 41 saliye, li Alanyayê hatiye dinê. Îro zewicandiye û zorokên wî hene.

Dalgiç ji axa xwe dure lê ji welatparêziya xwe tu tiştek wenda nekiriye. Her tim girêdayên çand û nirxên xwe ye. Ji ber ku ji malbata xwe dur bû gelek zehmetî kişandiye. Her tim rastî heqeret û êrîşan hatine. Gelek caran ulkucuyan kargeriya wan texrîb kiriye.

TEVLIBÛNA GERÎLA

Di salên 90’î de ji malbata Dalgiç tevlibûna bo gerîlayan destpê dike. Di sala 90’î de birayê wî Selahattîn (Xelîl) û pitşre jî  di 92’an de xwişka wî Leyla (Bese), di 96’an de xwişka wî Rojda û Toprak tevli bibin. Di vê navberê de jî 8 zarokên apê wî tevli gerîlayan dibin.

Xwişa wî Leyla û birayê wî Selahattîn di 1998’an de pevçûnekê de jiyana xwe ji dest didin. Selahattîn yek ji fermandarê herî navdar yê Botanê bû.

ÊRÎŞÊN NÎJADPEREST DESTPÊ DIKIN

Tevli bûna çar zarokan bandorek mezin li malbatê dike. Gelek kesên malbatê tevli têkoşînê dibin. Ji ber vê yekê êrîşên nîjadperest jî zêde dibin. Komên ulkucu êrîşên Îsa û birayên wî dike. Di vê bûyerê de Îsa birîndar dibe. Piştre di vê bûyerê de reîsê ulkucuyan dimire. Piştî vê Îsa direve derveyê welat. Li Makedonyayê tê girtin û teslîmê Tirkiyeyê dikin. 22 sal ceza didinê. Bi salan di girtîgehê de dimîne û piştî demekê dema ji girtîgehê tê sewqkirin, fîrar dike û derbasî Başûr dibe.

BÎRANÎN

Îsa yê ku çû Başûrê Kurdistanê ji vir her tim diçe cem gerîlayan û bîranînên der barê xwişk û birayê xwe de berhev dike. Îsa Dalgiç diyar dike ku ku di her wêne û nivîsê de xwişk û birayê xwe dijî.

Dalgiç wiha dibêje: “Ez dixwazin di riya wan de bimeşim û çi ji destê min tê ez dikim. Ji bo min ya girîng eve ku ez layîqê wa bim. Dema hevlên gerîla guhdar dikim ez zêdetir bi wan serbilindim.

BERXWEDANA MEXMURÊ

Şahidiya êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Kurdistanê dike. Di nava Yekineya Berxwdana Mexmûrê de cih digire. Wê şevê sê caran sivîlan dibe Hewlêrê. Di hatina xwe ya dawî de çeka xwe digire û diçe Mewziyê. Îsa diyar dike ku bi hêza ku ji birayê xwe girtiye di vir de cih digire.

Îsa piştî Berxwedana Mexmûrê dibe şahidê operasyona ku gundê Bakirtê û 5 gundên din yên ji destê DAIŞ’ê hatine girtin. Şervaniya gerîlayan pîroz dike.

GEL BI GERÎLA BAWERE

Îsa destnîşan dike ku bi berxwedana gerîlayan re baweriya  gelê Kurd ya gerîlayan zêde bûye, tevlibûna gerîlayan zêde bûye û got ew gelek bi bandor bûye.

Îsa wiha pê de çû:: “Wê şevê gerîla nehatibû Başûrê Kurdistanê dê biketiba. Hemû kesî dît ku PKK Kurdan diparêze. Peşmergeryan nekaribû tenê biparasta. Yekane hêzaku li dijî çeteyan têdikoşe gerîlaye. Niha gel bi gerîlayan bawere.”