Besê Xozat: Divê berxwedana li Bakur bê xurtkirin
Besê Xozat: Divê berxwedana li Bakur bê xurtkirin
Besê Xozat: Divê berxwedana li Bakur bê xurtkirin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Xozat destnîşan kir ku parçeyên din ên Kurdistanê "piştevanên" berxwedana Kobanê nînin û got, "Divê Bakur di nav berxwedana Rojava de cih bigire. Berxwedana li Bakur niha qels e. Ji heft heta heftê salî divê her kes rabe ser piyan û biherike Rojava."
Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Xozat beşdarî bernameya "Polîtîk Alan" a Stêrk TV bû û der barê berxwedana li Kobanê de daxuyaniyên girîng da.
Xozat da xuyakirin ku ev zêdeyî hefteyeke li Kobanê berxwedaneke destanî heye û berî her tiştî ev berxwedan silav kir. Xozat diyar kir ku berxwedana Kobanê berxwedaneke bi Rojava sînorkirî bimîne nîne û got, "Ji ber ku êrîşa li hemberî Kobanê êrîşek bi tenê li dijî Kobanê nîne. Êrîşek li hemberî tevahiya Kurdistanê ye. Hewl didin vîna azadiyê ya Kurdan bişkînin. Armanc ev e. Ji ber vê yekê divê her kes berxwedana Kobanê weke berxwedana xwe bibîne, ji heft heta heftê salî rabin ser piyan û di nav vê berxwedanê de cih bigirin."
'NERAZÎBÛNA LI PARÇEYÊN DIN ÊN KURDISTANÊ QELS E'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Xozat da zanîn ku ji ber berxwedana Kobanê berxwedana Kurdistanê ye, şikestinek li vir bê jiyîn wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike.
Xozat bal kişand ser girîngiya stratejîk a Kobanê ku çirûska destpêkê ya şoreşê li wir pê ket û destnîşan kir ku divê tevahiya gelê Kurd vê bexwedanê weke ya xwe bibîne û tê de cih bigire.
Xozat got, "Bi tenê bi çalakiyên protestoyî, bi meşan tevlîbûn li nav berxwedana Kobanê nabe. Piştgirî nayê dayîn. Ji xwe gotina piştgiriyê jî şaş e. Em destekê didin çi? Êrîşa li Kobanê li hemberî tevahiya gelê Kurd tê kirin. Êrîşek li dijî rûmet, azadî, vîn û hebûna Kurdan e. Ya ku niha tê dayîn têkoşîna man û nemanê ye. Pêwîste bi vî rengî tevlîbûn li nava vê bexwedanê were kirin. Ev hefteyeke êrîş û tevgereke berfireh a dagirkirinê li ser Kobanê heye. Berxwedaneke cidî ya gel heye. Lê belê nerazîbûna li parçeyên din ên Kurdistanê gelekî qels e. Divê ev yek bi zelalî bê gotin. Têkoşîneke cidî ya gelê Pirsûsê li holê heye. Lê belê diviyabû tevahiya gelê Kurd biherikiya Pirsûsê, Rihayê û Serêkaniyê. Diviyabû bi sed hezaran mirovî li seranserê xeta sînor berxwedan mezin bikira. Diviyabû sînor li holê nehiştibûna. Em di pêvajoyeke gelekî dîrokî re derbas dibin. Êdî Peymana Lozanê, sînorên di nava Kurdistanê de hatine xêzkirin bê wate bûne. Parçekirina Kurdistanê bi berxwedana heyî re bê wate bûye. Kurdan bi têkoşîn û berxwedana xwe re ji xwe ev yek pûç kirine. Sînor bê wate hatine kirin. Niha dem hatiye ev yek bê fermîkirin. Kurd bi taybetî divê sînorên navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de rakin û her duyan bikin yek. Ji bo vê şert û merc guncaw in. Derfet derketine holê. Yekane tişta divê were kirin, bi awayekî xurt ragihandin şoreşa Rojava ye. Li Bakur destpêkirina pêngaveke mezin a şoreşgerî ye."
'KOALÎSYONA LI DIJÎ DAIŞ'Ê LI KU YE?'
Xozat sekna hêzên navneteweyî ya li pêşberî êrîşên li hemberî Kobanê jî nirxand û bal kişand ser koalîsyona bi pêşengiya DYA li dijî DAIŞ'ê hatiye avakirin.
Xozat pirsa "Koalîsyona li dijî DAIŞ'ê li ku ye?" kir û wiha axivî: "Li Iraqê jî heman tişt kirin. Êrîşî Şengal, Mexmûr, Kerkûkê kirin, kesî dengê xwe nekir. DAIŞ'ê hat xwe nêzî Hewlêrê kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd dest lê werda. Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Hewlêr parast. PKK'ê rizgar kir, piştre Amerîka mîna rizgarkerekî hat bombe avêt çend cihên Iraqê. Piştre jî got min Iraq, Başûrê Kurdistanê rizgar kir. Xwe mîna rizgarkerekî nîşan da. Niha polîtîkayeke bi heman rengî li Rojava dimeşîne. Eger bixwasta, wê di 15'ê Îlonê de li hemberî DAIŞ'ê êrîşeke berfireh lidar bixista. Ji ber ku nehat hesabê wan ev ne kirin, wê nekin jî. Li gorî hesabên wan, DAIŞ wê Kobanê têk bibe, komkujiyê bike û piştre jî koalîsyona bi pêşengiya DYA bê bombe biavêje çend cihan û xwe weke rizgarker careke din nîşan bide. Di nava polîtîkayeke ewçend qirêj de ne ku mehdê mirovan dixelîne. Hêzên navneteweyî jî di nav vê de ne. Dewletê herêmê jî di nav de ne. Polîtîkaya heyî ya Tirkiyeyê, polîtîkaya tinekirina xwe bi xwe ye. DAIŞ li her devera Tirkiyeyê xwe birêxistin dike."
'LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KOBANÊ BÊDENGÎ DEWAM BIKE, DAIŞ WÊ SIBÊ LI ANATOLIYA NAVÎN XWE BIDE DER'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Xozat destnîşan kir ku ew bêdengî û pozîsyona temaşekar a hin beşên di nav gelên Tirkiyeyê de li pêşberî vê rewşê bi matmayî pêşwazî dikin û bibîr xist ku DAIŞ rêxistinbûyîneke faşîst e ku her kesê ne ji xwe mîna dijmin dibîne.
Xozat ragihand ku DAIŞ dijminê demokrasiyê ye û Kurd jî têkoşîneke mezin a demokrasiyê niha dimeşînin.
Xozat ev xal destnîşan kir: "Lê her kes niha li şûna xwe rûniştiye û temaşe dike. Êrîşa DAIŞ'ê li hemberî Elewiyan, Xiristiyanan, li dijî gelên Rojhilata Navîn e. Serketina DAIŞ'ê li cihekî tê wateya serketina DAIŞ'ê li Stenbol, Îzmîr, Marmara, Anatoliya Navîn."
'DEWLETA TIRK HEVALBENDÊ DAIŞ'Ê YE'
Xozat bibîr xist ku DAIŞ xwe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê birêxistin dike û anî ziman ku AKP bingehê pêşkêşî vê rêxistinbûyînê dike. Xozat got, "Tifaq çêkirine, li hev kirine. Rewşek ji tifaqê wêdetir heye. Hevalbendên hev in. Tirkiye, dewleta Tirk, hikûmeta Tirk hêzeke hevalbendê DAIŞ'ê ye. Tercîha xwe kirine. Hikûmeta AKP'ê tercîha xwe kiriye. Tercîha xwe ne li aliyê tifaqa Kurd-Tirkan kiriye. Tercîha xwe bi tifaqa bi DAIŞ'ê re kiriye. Di vê rewşa heyî de, bi taybetî bi êrîşa li hemberî Kobanê re, bi radestkirina dîlgirtiyan di vê pêvajoya êrîşê de, ev plan û tifaq hatiye tescîlkirin. Ev yek derketiye holê ku Tirkiye tercîha xwe ji aliyê tifaqa bi DAIŞ'ê re kiriye. Ev rewşeke gelekî xetere ye. Ev tercîh, ev sekin li Bakur, wê bi awayekî pêvajoya çareseriyê biqedîne. Pêvajoya çareseriyê bi vî rengî nameşe."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Xozat da xuyakirin ku divê tevahiya Bakurê Kurdistanê li ser piya bi û got, "Êrîşa li hemberî Kobanê êrîşa li hemberî tevahiya Kurdistanê ye. Divê ji heft heta heftê salî tevahiya gelên herêmê di nava berxwedana Kobanê de cih bigirin. Ji pozîsyona destekvaniyê xwe rizgar bikin. Tevî berxwedanê bibin."