Beştaş: Emê biryarê bibîn HSYK'ê
Beştaş: Emê biryarê bibîn HSYK'ê
Beştaş: Emê biryarê bibîn HSYK'ê
Piştî biryara Dadgeha Cezayê Giran ya derbarê parlamenterên BDP’yî yên girtî de Rêxistina BDP’ê ya Amedê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî li dar xist. Alîkara Hevseroka Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, got "Ev biryara hiqûqa paralel a dewletê ye."
Piştî biryara Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ya derbarê parlementerên BDP'yî yên girtî de Rêxistina BDP'ê ya Amedê li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakî li dar xist. Parlamentera BDP’ê Nursel Aydogan, Alîkara Hevseroka BDP’ê Meral Daniş Beştaş jî di nav de gelek hemwelatî ligel sermayê hatin ber girtîgehê û bi dirûşman nerazîbûna xwe anîn ziman. Hevserokê Rêxistina BDP’a Amedê M. Emîn Yilmaz diyar kir ku ligel ji hêla huqûqî ve di navbera Mustafa Balbay û parlamenterên girtî yên BDP’ê de tu ferq tune ye jî dadgehê cudakarî kiriye. Yilmaz wiha got: “Piştî Kemal Kiliçdaroglu çû DYE’yê û hat Balbay serbest hat berdan. Li gor me ev biryara dewleta paralel bû.” Yilmaz hatina Serokwezîr Erdogan a Amedê jî bibîr xist û diyar kir ku piştî serîlêdanê li Geverê 3 hemwelatî hatine qetil kirin û dîsa biryara neberdayina parlamenteran hatiye danîn. Yilmaz got ku ew biryarê şermezar dikin.
Pişt re Meral Daniş Beştaş axifî. Beştaş bilêv kir ku biryara ji bo Balbay ne tenê Balbay girê dide û wiha got: “Ew biryar ji bo herkesî ye. Vê yekê ne em makeqanûna darbeyê dibêje. Ev biryar nîşan dide ligel dewleta paralel huqûqa paralel jî heye. Bi vê biryarê dadgehê suc kiriye. Em jî ji bo derbarê dadgehê de lêpirsîn bê vekirin em ê serî li Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK) bidin.” Beştaş got ku ev biryar nîşaneya berdewamiya operasyonên KCK’ê ye û wiha pê de çû: “Ev biryar ne tenê parlamenterên me her wiha hemû gelê kurd eleqedar dike. Gelê kurd dê vê yekê qebûl neke.”
Piştî çalekiyê hemwelatî bi dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Li îradeya xwe xwedî derkevin” belav bûn.