Rêveberiya Bexdayê got ku divê Tirkiye ji Herêma Kurdistanê hinardeya (îxracat) petrolê red bike û di rewşa li dijî vê de dê têkiliyê Enqere û Bexdayê xera bibin.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Alî Debbax daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Divê tirkiye êdî hinardeya petrolê ya ku destûra wê tune, qebûl neke.” Her wiha îdia kir ku hinardeya petrolê ya ji Kurdistanê bo Tirkiyeyê ‘îlegal e’.
Debbag destnîşan kir ku Tirkiye bi van çalakiyan piştgiriyê dide petrola kaçax ya Iraqê û got; “Ev yek ne pozîsyoneke başe ku cîranê wan dike. Debbag wiha pê de çû: “Ev pirsgirêk dê bandorê li ser têkiliyê du welatan bike. Bi taybetî jî dê zirarê bide têkiliyê aboriyê.”
Berdevkê Hikûmetê wiha pê de çû: “Ev petrol ya hemû Iraqê ye. Divê ji aliyê hikûmeta Federal ya ku hemû Iraqê temsîl dike bê hinardekirin. Her wiha hatina petrolê divê li vê hikûmetê vegere.”
Herêma Kurdistanê hefteya borî daxuyaniyek da û îlankiribû bo Tirkiyeyê petrola bruk hinarde kiribû û vê jî Bexda hêrs kiribû. Petrola kul i Tikriyeyê hatibû rafînekirin wekî ‘mazot, gaz, run’ dîsa şandibûn Kurdistanê.
Di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de bi mehane krîza siyasî û petrolê didome. Rêveberiya Hewlêrê diyar kir ku Bexda petrolê nadin wan demek berê jî ji ber lihevkirinên aborî lihev nekirin.
Hewlêrê her wiha pêkûtiyên dîktatoryal ya hikûmeta Şîî Nurî El Malî protesto kirin û xwestibûn Malîkî biçe.