Bi 10 hezaran Geveriyan Newroz pîroz kir

Bi 10 hezaran Geveriyan Newroz pîroz kir

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Newroz bi tevlîbûna 10 hezaran hat pîrozkirin. Bi 10 hezaran kesan di pîrozbahiya Newrozê de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî xwest.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statû" li stata sporê ya bajar bi tevlîbuna 10 hezaran kesan pîrozbahiya Newrozê destpê kir. Girseyên li tax, gund û kolanan kom dibin ji bo tevlî pîrozbahiyê bibin berê xwe didin qada Newrozê û ber bi qada Newrozê ve diherikin. Polîsan li gelek deveran nokteyên lêgerînê avakirin. Polîsan li 2 nokteyên ku 100 metreyan dîrî qada pîrozbahiyê ye nokteyên lêgerînê avakirin.

Seha Newrozê ji aliyê 400 kesên ku ji aliyê komîteya Newrozê ve hatine peywirdakirin tê parastin. Qada Newrozê ji aliyê komîteya amadekar ve bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Dê li 4 nokeyên cuda agirê Newrozê bê pêxistin. Li qada Newrozê ambulans û itfaiye jî hatin peywirdakirin. Li qadê posterên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengê PKK'ê Mazlûm Dogan hat daliqandin. Dîsa li qadê pankartên mezin ên "Biryara Rêber Apo biryara gele", "Operasyonên hewayî yên li ser Qendîlê hevdîtina pêvajoya Îmraliyê sabote dike", "Me bi Rêber Apo re destpê kir, em bi Rêber Apo re bi ser bikevin", "Ji Rêber Apo re serkeftin, çareseriyek demokratîk", "Tu tişt mîna berê namîne, her tişt wê bigihije vegûherineke bingehîn", "Berxwedana zindana agirê Newrozê geş kiriye", "Jinên ku bi mejî dil û bedenên xwe ji 8'ê adarê heya 21'ê adarê bi vin û birdoziyên xwe geş kirine û bi rihê têkoşîna Zîlan, Bêrîvan, Ronahî, Sema û Sara'yan Newrozê silav dikin" hatin daliqandin. Dîsa wêneyên Ronahî û Berivan hatin vekirin.

Li qadê pankarta "Em destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê silav dikin" jî hat daliqandin. Gelek wêneyên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan jî hatin rakirin. Gelek stantên xwarinê hatin vekirin û tuwaletên seyar hatin sazkirin. Jinên bi rojan in li benda pîrozbahiyê ne bi cil û rengên xwe yên zindî li qada newrozê dîmenên renga reng avakirin. Li 4 nokteyên Newrozê agirê pîrozbahiyê hatin pêxistin.

Li qada Newrozê posterê mezin ê Ocalan ku ji 30 metreyan pêk dihat hat vekirin. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtinê Newrozê dest pê kir. Piştre peyama Ocalan a Newrozê hat xwendin. Piştî peyama Ocalan parlamenterên BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Kurt û Esat Canan û şaredaran agirê Newrozê pêxistin. Parlamenter Esat Canan diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek nû daye destpêkirin wiha got: "Ji ber ve pêvajoya ku Birêz Ocalan daye destpêkirin ev Newroz girîng e.

'NEWROZA 2013'AN DÊ BİBE NEWROZA AZADİYA OCALAN'

Parlamenter Adîl Kurt jî anî ziman ku, li 4 perçeyên Kurdistanê hefteyek e Newroz tê pîrozkirin û Newroza 2013'an dê bibe Newroza Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Sibê em dê peyama Birêz Ocalan li Amedê bki milyonan mirovan de di pîrozbahiya Newroza Amedê de parve bikin. Em dê li hemû gelê kurdistanê parve bikin":

Pîrozbahî bi stranên Koma Şehîd Şerda, Koma Ciwanên Geverê, Hunermend Cemal, Hemido û Sîpan Xelat, Hivron û İbrahim Rojhilat berdewam dike.