Bi deh hezaran bi yek dengî azadiya Ocalan xwestin
Bi deh hezaran bi yek dengî azadiya Ocalan xwestin
Bi deh hezaran bi yek dengî azadiya Ocalan xwestin
Bi 10 hezaran kesên li 16 bajar û navçeyên herema Amedê bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu" tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn, şoreşa Rojava silav kir û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Li Çewlîk, Mêrdîn, Mîdyad, Dilok, Farqin, Karaz, Kolik, Zerban, Curnê Reş, Erzîngan, Mahsert, Pirsûs, Dêrsim, Qileban, Elk û Basayê bi 10 hezaran kesan bi reng û dengê xwe daxwazên xwe yên ji bo Azadiya Ocalan û statuya kurdan anîn ziman.
ÇEWLÎK
Li Çewlikê bi tevlebûna 10 hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Newroz li qada Yenîmahalle bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji gelê Kurd re statû" hat pîrozkirin. Di mîtîngê de bi hezaran kesan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qada Newrozê xemilandin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de zêdeyî 10 hezar kesan amade bûn.
Li qada mîtîngê alên BDP'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê, Mazlûm Dogan û Mehmet Karasungur, alên PKK û KCK'e vekirin. Zêdeyî 10 hezar kesên qada Newrozê dagirtin li gel stranên hunermendan govend gerandin û li dora agirê Newrozê govend gerandin. Pirozbahiyê bi pêxistina agir û rêzgirtinê dest pê kir.
Li Qada Newroze pankarta mezin ya "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû", "Çareseriya Demokratîk, Ji Ocalan re azadî", "Bi Rizgariya Demokratîk, ber bi Newroza Jiyana Azad" vekirin. Dîsa li qadê pankartên "Bê Apo jiyan nabe", "Newroz ruhê dîl azad dike û dilê dicemide germ dike û mizgîniya biharê ye" û "Me bi Seyîd Rizayan dest pê kir û me bi Mazlûm û Xeyriyan di ber xwe daı" vekirin. Li qadê cilên neteyî û rengên kesk sor û zer bal kişadin ser xwe. Disa li wadê wêneyê Gulsum Koç a rastî 62 sal ceza hat hat vekirin û li ser "Ji Gulsum Koç re azadî hat vekirin" Wêneyên endamên HPG'ê hatin rakirin û ji 7 salî heta 77 salî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.
Di pîrozbahiyê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak piştî bi zehmetî gihişit ser dikê axaftin kir. Kişanak û Îdris Baluken piştî agirê Newrozê pêxistin derketin ser dikê û hîtabî gel kirin. Girsê beriya axaftinan "Çerxa Şoreşe" xwendin û silogana "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin","PKK gele, gel li vire" qîr kirin. Destpêkê Hevserokê BDP'ê Halîs Yurtsever, Îdrîs Balûken û pişt re Kişanak axivî.
Wekîlê Koma BDP'ê û Parlamenterê BDP'ê yê Çewlîkê Îdris Baluken bi dimilkî axivî û diyarkir ku, operasyon hêj berdewam dikin û polîtîkayên înkar û îmhayê hêj didomin.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî Newroza gel pîro kir û wiha got: "Em hem Newrozê pîroz dikin û hem jî vê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan daye destpêkirin pîroz dikin. Neviyên Şêx Seîd, jinên ciwan ên wekî Gurbetelli Ersoz, Sakine û hevalên din têkoşîna gelê Kurd anîn asta azadiyê. Ev Newroz encama berxwedana gelê Kurd e. Birêz Ocalan 14 salin ji bo aştiyê têdikoşe, Ev pêvajoya aştiyê ye. Ev pêngaya Çaseseriya Rizgariya Demokratîk e. Ger ku hûn di 21'ê Adarêde li Amedê bin hûn dê bi xwe li peyama Birêz Ocalan a çareseriyê guhdar bikin. Me di serdema hikûmeta AKP'ê de bi hezaran ciwanên xwe binax kirin. Niha bi hezaran siyasetmedarên kurd girtî ne. Li ser banga Birêz Ocalan gerîlla derketibûn dervê sînor. Lê hikûmeta AKP'e dîsa her tişt tev lihev kir û şer da detpêkirin. Divê şert û mercên Birêz Ocalan ên muzakere û diyalogê ên avakirin. Divê muzakere di nava şert û mercên wekhev de pêş bikevin."
Piştî axaftinan Newroz bi stran û govendê û siloganan bi dawî bû.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê jî bi heman şîarê Newroz li rawestgeha Taksiyê ya Yenîşehîra Mêrdînê hat pîrozkirin. Bi hearan kes li qada Newrozê kom bûn. Li Warê rengan Mêrdîn bi hezaren welatî herikin qada Newrozê. Bi hezaran welatî li qada Newrozê bi car zimanan pankartên xwe vekirin û Newrozê pîroz kirin. Ji gelek navçeyên derdorê jî welatî ji bo tevlî newrozê hatin qada mitîngê. Li Qada Newrozê pankarta "Ji Serxetê em Binxetê silav dikin" vekirin. Di pîrozbahiyê de hunermendê ereb ku ji Hatayê hat bi starên erebî girse coşand. Hunermendê 13 salî Mazlûm Dogan Surer jî bi saz û awazên xwe yên bi kurdî û tirkî girse hestyar kir.
Girseya bi cilên xwe yên netneweyî tev li Newrozê bû qada Newrozê xemilandin. Li qadê alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. dîsa alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Dema di axaftinan de navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat gotin bi hezaran bi yek dengî silogana "Ocalan" û "Bijî Serok Apo" bilind kir. Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora axatftin kir û Newroza Gelên Mêrdînê û hemû gelên din pîroz kir. Pîrozbahî bi muzîkê bi dawî bû.
DÊRSIM
Li Dêrsimê jî Newroz bi silogana "Bi Rizgariya Demokratîk ber bi Jiyana Azad" Newroz hat pîrozkirin.
Ji bo mîtînga Newrozê ji serê sibehê de bi hezaran welatî kom bi kom, ref bi ref berê xwe dan Qada Newrozê Qada Seyit Riza. Beriya pîrozbahî dest pê bike bi hezaran kesên li Qadê kom bûn li dora muzîkê govend gerandine. li Qada Newrozê pankartên "Bi Rizgariya Demokratik ber bi Jiyana Azad" û "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû" û "Newroza sima bimbarek bo" û "Ji Dersimê heta Gaziyê, ji Helebçê heta Roboskiyê emê hemû komkujiyan pûç bikin" vekirin. Ji bo pêxistina agirê Newrozê li qada pîrozbahiyê êzîng hatin komkirin. Polîsan li derdorê qada Newrozê detbîrên mezin girtine. Girsê piştî agirê Newrozê pêxist li dora agir û li ber starana govend gerand. Ji navçeyan jî bi sedan welati hatin tev li Newrozê bûn. Nûnerên EMEP, ESP, DHF, Partizan û gelek saziyên sivîl ên civakî jî tev li Newrozê bûn. Girsê di pîrozbahiyê de bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" berz kir. Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP'ê Abdullah Varli axaftin kirin û Newroza gel pîroz kirin. Piştî axaftinan Newroz bi govend û staran bi dawî bû.
MÎDYAD
Li navçeya Midyatê ya Mêrdînê jî Newroz li qada Neonê bi tevlîbûna hezaran kesan Newroz hat pîrozkirin. Li vir ji heman pankart, dowîz, poster û al hatin bilind kirin Girseya ku piştî agirê Newrozê pêxistin û rêz girtin li dora agir û muzikê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" qîr kir û govend gerandin. Parlamenterê BDP'ê Erol Dora welatiyên Kurd, Asurî-Suryanî, Êzîdî û ereb dîmenên baweriya rengîn ava kirin. Li vir jî heman peyam hatin dayîn û komkujiya helepçe hat şermezarkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi goavend û muzîkê bi dawî bû.
Dema girse belav bû ji ber polîsan xwest pankarta "Ji Ocalan re azadîe ji kurdan re statu" desteser bikin gel bertek nîşan da.
DÎLOK
Li Dîlokê jî pîrozbahiya Newrozê bi tevlîbûna 10 hezaran kesan li Qada Newrozê pêk hat. Di pîrozbahiyê de parlamanterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Binici, axaftin kir û diyar kir ku, ger rê li pêş Ocalan bê vekirin dê pirsgirêkê çareser bike. Li vir jî heman pankart dowîz û silogan hebûn. Pîrozbahiya Newrozê bi starên Koma NÇM'ê, Koma Kezwen, Erol Berxwedan bi dawî bû.
FARQÎN
Li Navçeya Farqîna Amedê jî bi tevlêbûna hezaran kesan Newroz li qada Azizoglu hat pîrozkirin. Li qada Newrozê alên kesk sor û ser, alên PKK'ê û KCK'ê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankarta "Bi Rizgariya Demokratîk ber bi Newroza Jiyana Azad " hat vekirin. Cil û bergên neteweyî zêde bûn. Dîsa girsê di pîrozbahiyê de li ber muzîkê û li dora agir govend geran û bê navber siloganên "Newroz piroz be""Biji serok Apo", "Şehît namirin", "Ya Allah bismillah serokeme Abdullah" berz kirin. Di pîrozbahiyê de wêneyên endamên HPG'ê jî hatin rakirin.
KOLIK
Li navçeya Kolika Semsûrê jî Newroz li Parka Fatihê b tevlîblûna hezaran kesan hat pîrozkirin. Li vir jî heman dîmen, dowîz pankart hatin rakirin.
ZERBAN
Li Bajaroka Zerbanê jî şahiya Newrozê hat lidarxistin. Di şahiyê de bê navber siloganên "Bijî Apo" ,"Newroz piroz be" hat bilind kirin. Girsê li ber def û zurneyê govend gerand û pîrozbahî pêk anî.
KARAZ
Li navçeya Qaraza Amedê pîrozbahiya Newrozê li seha Futbolê ya Liseyê pêk hat. Pîrozbahî bi tevlîbûna hezaran welatiyan pêk hat. Li vir wêneyê 3 jinên Kurd ên li parîsê hatin qetilkirin û heman al û pankart hatin vekirin. Girsê bê navber siloanên "Bijî Serok Apo"qîr kir. Pîrozbahî bi govend û fîşekên hewayî bi dawî bû.
BASA
Li navçeya Basa ya Şirnexê jî bi heman şîar silogan û pankartan Newroz bi tevlêbûna hezaran kesan li taxa Dicleyê hat pîrozkirin. Welatiyan bi cilên xwe yên neteweyî û alên kesk, sor û zer qada Newrozê xemilandin. Li vir jî heman dowîz, pankart û silogan derketin pêş.
ELK
Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî li gel barana zêde bi hezaran kes li qada Newkozê kom bû û piştî agir pêxistin û rêz girtin li dora Agirê Newrozê û li ber muzîkê govend gerandin. Li vir jî girsê alên PKK û KCK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîlayê PKK'ê, bilind kirin û pankarta "Botan serhildan e, serhildan azadiya Rebêr Apo ye" vekir û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" ve "Bê Serok jiyan nabe" berz kir.
QLEBAN
Li navçeya Qilebana Şirnexê jî li gel barana zêde Newroz bi tevlêbûnek zêde û bi coşek mezin hat pirozkirin. Girseya ku li qada Newrozê kom bûn agir pêxist û li dora agir û ber muzîkê govend gerandin. Parlamenetrê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt, kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û komkujî şermezarkir. Girseyêê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan" û "PKK gele, gel li vire" qîr kir. Pîrozbahî bi konsera Koma Besta û Koma Xweza bi dawî bû.
PIRSÛS
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî pîrozbahî li Qada Genim bi tevlîbûna hezaran kesan pêmk hat. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, xwişka Serokê Konseya Rêveber ya KCK'ê Murat Karayilan Xezal Karayilan jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Girsê pankarta "Ji Ocalan re azadi, ji Kurdan re statû" vekir û bê navber siloganên "Ji Kurda re statû", "Bijî Newroz""Bijî serok Apo" bilind kirin. Pîrozbahî bi starên Koma Hemdem û Berivan Arin bi dawî bû.
CURNÊ REŞ
Li navçeya Curnê Reş yê Rihayê jî pîrozbahiya Newrozê li qada Nexweşxaneya Dewletê bi tevlîbûnek mezin pêk hat. Ji ber ku di serî de polîsan destûr neda posterên 3 jinên Kurd ên Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez têxin qada Newrozê rageşî pêk hat. Piştî rageşiyê bi hezaran welatî li qada Newrozê kom bûn û li dora agirê Newrozê govend gerandin. Girse pankartên "Ji bo jiyanek bi rûmet an azadi an azadi" , "Zimanê me azadiya me ye" vekir û siloganên "Bijî Serok Apo" , "PKK gele, gel li vire" û "Bê Serok jiyan nabe" "Şehîd namirin" qîr kirin. Pîrozbahiya newrozê bi starên Koma Rojbîn bi dawî bû.
ERZÎNGAN
Li Erzînganê jî pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Rêxistina BDP'a Erzînganê bi heman şîarê li tenişta Cemxaneya Erzînganê pêk hat. Endam û Rêveberên BDP'ê û hunermend Hozan Beşir jî di nav de bi sedan welatî tevlî pîrozbahniyê bûn. Girsê li vir jî bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" qîr kirin û dowîzên "Newroz piroz be" rakir. Pîrozbahiya Newrozê bi starên Ozan Beşîr û govendê bi dawî bû.
MAHSERT
Li navçeya Mahserta Mêrdinê jî Newroz bi tevlîbûna sedan kesan li taxa Yenimahalleyê pêk hat. Li vir jî heman pankart û dîmen derketin pêş.