Bi derbeya 12'ê Îlonê re tovên Îslama nerm û radîkal hatin avêtin
Bi derbeya 12'ê Îlonê re tovên Îslama nerm û radîkal hatin avêtin
Bi derbeya 12'ê Îlonê re tovên Îslama nerm û radîkal hatin avêtin
Di ser derbeya 12'ê Îlonê ya weke sûcekî li dijî mirovahiyê tê dîtin, 33 sal derbas bûn. Yek ji fermandarên Akademiyên Apollo Orhan Jêhat anî ziman ku beriya niha bi 33 salan, li gel îşkence û ewçend mirina şoreşger û demokratan, bi derbeyê re tovên Îslama nerm û radîkal hatine çandin û îro ev tov şîn bûne.
Ji Fermandariya Akademiyên Apollo Orhan Jêhat, 33. salvegera derbeya 12'ê Îlonê nirxand û got “Armanca dewleta Tirk bi derbeya faşîst a 12 Îlonê re, di şexsê endam û rêveberê PKK’de di zindana Amedê de Kurdan di nav rûpelên dîrokê yên tarî de winda bike bû. Lê li dijî daxwaziyên azad û vîna endamên PKK'ê, li bin ket.” Jêhat diyarkir ku ev derbe bi piştgiriya DYE û NATO pêk hatîbû û got, “Ger piştgiriya hêzên derve û NATO nebûya, derbe bi ser nediket”
Fermandare Akademiya Apollo Jêhat destnîşan kir ku bi derbeya 12 Îlonê re tovikên Îslama nerm û Radîkal ku AKP berdewamiya wê ye, hatin avêtin û bi vê yekê re bi giştî pergala dewleta tirk xistin bin kontrola xwe. Bi vî awayî hewl dan ku bi giştî Rojhilata Navîn ji nû vê dîzayn bikin.”
Li ser derbeya faşîst a 12’ê Îlon’re 33 sal derbas bûn. Lê hînê birînên êşa 12 Îlonê di dilê civaka Kurd û Tirk de taze ne. Hîn bi hezaran kes derd û kulên vê derbeyê dikişînin. Tevî ku di dîroka mirovahiğyê de derbe weke guneh tê dîtin jî, generalên ku derbeya 12 Îlonê pêk anîn wekî Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya hîn bi rengekî aşkera û azad nehatin darizandin û hînê ji aliyê dewletê ve tên parastin.
Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo Orhan Jêhat, 33. salvegera derbeya 12'e Îlonê ji ajansa me ANF'ê re nirxand.
12'Ê ÎLONÊ XWEST CIVAKA KURD Û TIRK BIFETISÎNE!
Di nirxandina salvegera 12 Îlonê de Fermandarê Akademiya Apollo Orhan Jêhat bal kişand ser tevgera ciwan û şoreşgeriyê ya li Kurdistan û Tirkiyê got; "Di wê derbeya ku ji piştgirî ji dewletên navneteweyî yên wekî NATO, YE û Elmanya digirt re dixwestin civaka Kurd Tirk û bi giştî jî civaka Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û peşiya tevgerên sosyalist bigrin.”
Jêhat axaftina xwe wiha dewam kir; “ Bi vî awayî, têkoşîna rizgariya ku peşengiya wê ciwanan dikir, bi zext û zordariyeke mezin hatin tefisandin. Gelek şoreşger hatin kuştin û darve kirin. Ji bo ku civaka tirk were xapandin gelek ciwanên rastgir jî hatin darvekirin. Lê bi vî awayî peşî li Nifşa Kesk (Yeşîl Kuşak) ya ku navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayêy e hat vekirin. Bi hezaran kes di îşkenceyê re hat derbastkirin, bi deh hezaran kes ji hatin girtin û avêtin zindanan.
Zindana Amedê di serî de li hemû zindanan hovîtiyeke pir tund ku bi gotinan nayê ziman, îşkence hatin kirin. Armanca wan pekanînan ew bû ku vîna azad û rizgarîxwaz werin şikandin û teslîm girtin. Dîsa bi vî awayî dihat xwestin ku bingeha Projeya Mezin a Rojhilat Navîn were avakirin û baskên vê projeyê, Nifşa Îslama Kesk li Rojhilata Navîn were bicîhkirin. Di demek wiha de her çiqas tevgerên çepgir ên Tirkiyê hatibin tunekirin û şikandin jî, lê bi pêşdîtina Rêberê APO re, Tevgera Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê PKK’e, bi xwekişandina ji derveyî welat, li ser lingên xwe ma û ji bo gelê Kurdistanê bû hêviyek mezin. Ev hêvî bû sedem ku berxwedana zindanan hîn gurtir bibe û bi taybet jî bi berxwedana Zindana Amedê polîtîkayên îmha, înkar, tunekirin û teslîmîyetê were şikandin.”
LI CÎHANÊ QEYRANEKE MEZIN HEBÛ
Jêhat da zanîn ku hînê tê guftugokirin ka derbeya 12’ê Îlon’ê çi ji civakê kêm kir, çi bi xwe re anî û got, “Wekî tê zanîn li Kurdistan’ê, piştî saşa 1940’an, serhildanên kurdan hatin pelçiqandin û dihat gotin ku ‘êdî gelê kurd nema, me ew xistin nav gorê, êdî nema dikarin rabin ser lingan’ bi rastî jî wisa hatibû bawerkirin. Ev pêvajo heya 1970’an wiha berdewam kir. Li Kurdistan’ê komkûjî, asîmîlasyon û tunekirin hatibû rojevê. Êdî qala Kurdîniyê jî nedihat kirin. Lê rewşa kurdan ji ji aliyekê ve giredayî rewşa cîhanê bû. Di wan deman de bi giştî di cîhanê de qeyranekî civakî hebû. Pergala heyî bi hezaran sal di nav qeyranek mezin de bû. Piştî sala 1970 û berî wê qeyranekî mezin hat jiyîn li gelemperiya cîhanê. Vê qeyranê qeyran bandora xwe li Tirkiyê jî kir. Li hemberî vê jî, di cîhanê giştî de tevgerên civakî yên azadîxwaz û demokrasîxwaz hebûn. Bi wan ve girêdayî li Tirkiyê, têkoşînên rizgarîxwaz pêşketin. Di wan deman de navê Kurdistan jî li holê nebû. Kurd di bîra kesî de nebû. Têkoşîneke Kurdan xuya nedikir û kesekê hêvî nedikir ku li ser navê Kurdîtiyê tekoşînekê pêş bikeve.”
DERBEYA 12'Ê ADARÊ BI DERBEYA 12'Ê ÎLONÊ RE GIHIŞTE ENCAMÊ
Jêhat diyar kir ku di demek wiha de li hemberî gelên tirk û kurd derbeya 12’ê Adarê ya sala 1971’ê hat plankirin û pêşxistin. Jêhat axaftina xwe wiha domand; “Di demeke ku qeyranên siyasî, aborî û civakî dihat jiyîn de, li Tirkiyê derbeya 12’ê Adar’ê pêş ket. Ev derbe bi taybet li hemberî têkoşîna ciwanan, gelan û azadîxwazan pêş ket. Bi wê derbeyê re gelên têkoşer hatin pelçiqandin, parçekirin û belavkirin. Dewleta Tirk gelek têkoşerên çepgir ên tirk û kurd tune û bêdeng kir. Der barê Kurditiyê de tu gotin nedihat gotin. Lê piştî 1973’an û pê ve tevgera PKK’ê dikeve rojevê. Di destpekê de Serok Apo dibeje; ‘Kurdistan bindeste’ heya wê demê jî kesê nedikarî tespîtek wiha bilêv bike. Ji bo wê jî, ev tespît pir giring bû. Têkoşîna me ya 40 salan li ser wan bingehan pêş dikeve. Pergala kapîtalîst bi vê derbeyê bi giştî dewleta tirk destnexist û armanca wê tam bi encam nebû. Ev rewş heya derbeya 12’ê Îlona sala 1980’an wiha dewam kir. Ji ber ku hîn jî têkoşînên çepgir û rastgir li Tirkiyê têdikoşiyan. Pergal jî bi destê faşîstên MHP û çepgirên din şerên navbera wan kur dikir û ew bi hev dida kuştin. Kengî ev polîtîka encam negirt raste rast derbeya 12’ê Îlonê , artêş kete dewrê. Bi vî awayî pergala ku bi derbeya 12’ê Adar a 1971’an hate avakirin bi derbeya 12’ê Îlon a 1980’an gihişte encamê. Heya wê demê jî dewlet tam neketibû destê pergalê lê ji wê demê û şûnde tam ket destê wan.
DI BINGEHA DERBEYAN DE BIRYARÊN 24'Ê ÇILEYÊ HENE
Jêhat anî zîman ku pergal bi derbeyê dixwast avasaziya xwe ya olîgarşîk li ser dewlet û bi vî awayî jî li ser civakê bicih bike û got; “Di wê demê de rewşa cîhanê giring bû, ji ber ku di wê demê de qeyran hebû. Li Tirkiyê jî bandora wan qeyranan hebû û bi rebazekê dixwestin ku ji nav vê qeyranê derbikevê. Beriya derbeya 12’ê Îlonê Dewleta Tirkiyê ji bo ku nav vê qeyranê derbikeve di nav lêhûrbûyina bîryardayînekê de bû. Bi pêşengtiya Tûrgût Ozal biryarên ku wekî ‘Bîryarên 24’ê Çilê ye’ tê binavkirin jî ji bo wan hatibû amadekirin. Lê ji bo ku ev biryarana werin pêkanîn qedexekirin, zext, pêşîgirtina azadiyan û gelek dijîtiya civakê dihat ferzkirin. Ji bo wê jî pewist dikir ku hezeke ku wana pêk bîne hebe. Hêza arteşê jî di wê demê de derket ser dikê. Dema ku derbe pêk tê şûn de ev biryarana têne bicîhkirin û li tevahî Tirkiye qedexe pêş dikevin. Her tişt ji holê radibe. Pergala dewletê tê guhertin, hikûmet ji holê radibe, zagona bingehîn bi giştî tê guhertin û parlamento tê fesihkirin. Bi vî awayî projêya pergalê ya ku wekî Nifşa Kesk tê binavkirin dikeve meriyetê. Ji vê şûn de daxwazên pergala olîgarşîk a navneteweyî pek tên û hemû derbe jî bi daxwazê wan dikevê meriyetê.”
Endamê Fermandariya Akademiyên Apollo Orhan Jêhat diyar kir ku ev derbe bi destê çend generalên faşîst ku di bin kontrola NATO û Emerîka de hatiye kirin û got; “Derbe ji aliye 5 generalên ku di bin kontrola NATO û Emerîka de pek tê û pergala Tirkiyê ye bi giştî diguhirînin. Ji bo wê yekê jî ji bo salên 1924’an heya 1980 an dibej,n Komara Yekemîn, lê ji wê şûn de pergal bi giştî tê guhertin û Komara Duyemîn tê avakirin.. Ji ber ku pergal bi giştî xwe li ser dewletê ferz dike.”
DEWLETÊN DAGIRKER PIŞTGIRÎ NEDABÛNA DERBE BI SER NEDIKET
Jêhat der barê şert û mercên ku bû sedemên darbeyê jî ev tespit kir; “Li cîhanê giştî qeyranêk hebû. Li her derê cîhanê têkoşîn hebû û li her derê cîhanê van têkoşînan deng vedidan. Lê belê pergal xwe wisa avakiribû ku dixwest wan aliyan ji holê rakin. Ji bo wê jî derbe tenê giredayê Tirkiyê, nebû ji alîyekî vê jî girêdayî dewletên navneteweyî bû. Ji ber ku tu derbe ger ku piştgiriya wê ya dervê tune be, nikare pêk were. Dibe ku îhtimaleke wiha hebe, lê derbeyên ku li cîhanê giştî de pêk hatin ji derve piştgirî digrin. Yên ku negirin jî nikarin encam dest bixin. Gelek derbeyên ku di cîhanê pêk hatine hene û ger ku dewleta Emerîka yan jî NATO’yî piştgirî nede ser nakevin. An jî ger ku ew nebin tu artêş li dijî civaka xwe derbeyan nake. Ji bo wê ji teqez giredana wan bi dewleta Emerîka û NATO’yê re henê. Darbeya 12’yî Îlon’ê jî teqez di bin piştgiriya wan hezan de pêk hatiyê. Kesek nikare vêna inkar bike û sûpekûlasyonên ku wekî ev derbe ji aliyê artêşa tirk ve hatiyê kirin rast nînin. Derbeya 12’ê Îlon’ê jî bi biryara wan al,yan pêk hat. Ger ku biryara wan û piştgiriya wan tunebûya ev derbe tu car pêş nediket.”
ÎSLAMA NERM Û RADÎKAL TOVIKÊ WAN DERBEYAN E
Jêhat balê kişand li ser derbeyên din ên ku cîhanê pêk hatinê û wiha axivî; “Di wan deman de derbeyên curbecur li Pakîstan, Efqanîstan û li Tirkiyê pêk hatin. NATO û Emerîka piştgiriya xwe dida wan derbeyan. Her çiqas ev darbeyên ku pêşketin, wek derbeyên lêşkerî werin dîtin jî di nav wê darbeyê de ‘Projêya Kesk ya îslamî’ pêşxistin. Li Efganîstan û Pakîstan’ê jî ev projê li hemberî pergala Sovyet ku di wê demê de ber bi binketinê ve diçû hatin pêşxistin. Li Tirkiyê ye jî heman rengî ye û çiqas darbeya lêşkerî be ewqas jî avakirina “Projêya Kesk’ê. Çima? Ji ber ku ev projê piştî derbeyêhatin pêşxistin. Li Tirkiyê projeyên îslamî hin zedetir hatin birevêbirin û mizgeft û kûrsên Kur_an hatin avakirin. Xwestin ku derbeyê li hemberî vê projeyê pêk hati bidin nişandan lê bingehê de wisa nebû û tam dijî vî bû. Tovikê ‘Projêya Kesk’ ango ‘îslama Nerm’ bi wê Derbeya 12’ê Îlonê hat avêtin. Hinek hêz wê derbeyê wekî darbeyekî leşkerî û laîk didin xûyakirin, lê berevajî vê yekê ye. Ev projêyana ji aliyekî jî li hemberî Sovyetê hatibû pêşxistin û bi vî avayî dixwastin ku ketina Sovyêt a Behra Spî û Rojhilata Navîn peşî lê bigrin û nehêlin ku pêş bikeve. Evên ku niha li Pakîstan, Hîndistan, Efganîstan û cihên dîtir dibejîn ku ‘Em îslama radîkal in’ tovikê wan derbêyan û ‘Projêya Kesk in’.“
HEVKARÊN DARBEYÊ YÊN HUNDUR BÛRJÛVA Û SERMAYEDAR BÛN
Jêhat da zanîn ku ev derbeyên ku hatinê peşxistin her çiqas giredayî hêzên derve bin jî, ewqas jî tekiliyên wan bi hezên hundir re jî henê û axaftina xwe wiha domand; “Bi wan darbeyan li hûndirê Tirkiyê jî mijûgeriya nû hatibû pêşxistin û pergala kapîtalizmê pêş diket. Dema ku ev pergal pêşdikeve bi xwe re komên hevkar yen bûrjûwa ya têkêl jî pêşdixinê. Ev kom dixwazin hîn zedetir xûrt bibin û xwe li ser civakê bihêz bikin lê, mûhtacîya wan ya piştgirîye derve hene. Ev jî diyar dike ku hezên dîtir ya ku darbe pêk anîn ev hezin hûndir ya bûrjûwa ye. Darbe çawa ku komên Îslamî derxist hole di heman demî de jî komên wiha yen bûrjûwayen têkêl jî peşxist û heza wan zede kir. Di wê demê de gelek kesên dewlemênd derketin holê, sermayêdar, karsaz çebûn. Evana bi giştî bi 12’yî îlon’ê hatin pêşxistin. Hûya ye ku darbeyêk pir berfireh ê. Wekî ku tê gotin, ‘Li Tirkiye xwîn dirijîya bi wê darbeya lêşkerî ev xwîn hat rawestandin’ nîne. Ya giring armanc û piştewanên wê darbê çiye ev ê.”
CIVAK Û TEVGERÊN ÇEPGIR HATIN BELÇIQANDIN
Jêhat bilêvkir ku di wê derbeya ku pêk hat de ya herî girîng evê ku derbe, derbeyêk li hemberî tekoşînên ku li Tirkiye dihat meşandin, tekoşîna sosyalistan, tekoşîna demokrat, welatparêz, prolêtêr, kedkar û kurdan bû. Jêhat got; “Ji ber ku darbe wan hêzan pelçiqand. Ev tekoşinên ku hatibûn astekî wana giş ji hole rakir. Çepê tirkan, sosyalîst, komên kurd, dîsa yên demokrat û civakên cûr be cûr hemû pelçiqand. Lê textîkek wisa da meşandin ku wana giş carekî de negirtê peş xwe, pel bi pel wana hilda li hemberî xwe. Di destpekê de ya herî radîkal pelçiqand, dûv re jî yên wî nermtir û dûv re jî yên reformîst û heya herî nerm ji hole rak. Gelekê wan anîn asta tûnebûnê lê, di nav wana giş de ya herî zedê darbê xwar û zirar dît Kurd û Kurdistan bû û di navê de jî tekoşîna azadîye bû.
12'Ê ÎLONÊ KURDISTAN KIR HEDEF
Hejayî gotineyê ku bi Darbeya 12’yî Îlon’ê Kurdistan bi giştî hate îşgalkirin, talankirin û wêrankirin. Dêşt, bajêr, gûnd hemû nû vê îşgal bûn. Pergala xwe ya dadê, perwerdêhî û her alîye de îşgal pêşxistin. Bi wan yekan re îşkencê, girtin, polîtîkayên bi darê zorê dana koçbêrkirin û her tişt li Kurdistanê de herî asta jor hatin pêşxistin. Êdî ji bo gelê kurd her der bibû zindana wekirî. Her gûnd, sûq, bajêre de lêşker, panzêr , bi tang û top hatibûn bicîhkirin. Bi vî avayî dixwastin ku vîna mirovan û bi taybet jî civaka kurd bişkînin. Bi rastî jî di dilê gel de tirsekî mezin hatibû avakirin. Kî, kengî, likûderî werin girtin, îşkencê bibinê û were windakirin dîyar nebû, herkesekî ji hev ketibûn di nav gûmanê de, ji hev bawer nedikirin. Kurdistan bin îşgalêk wiha de bû. Di nav wê de jî tekoşîna azadiyê hebû. Gava ku pergal bi girtinan dikevê ferqa ku tevgerêk wiha hatiyê avakirin, ji bo xwe xeteriyekî mezin dibinê. Ji bo wê jî darbeya 12’yî îlon’ê Kurdistan’ê êsas digrê. Ev darbe çiqas li heberî çepgir, sosyalîst û şoreşgeran bibe jî evqas jî li dijî gele kurd û tekoşîna kurdan bû.”
XETERIYA HERÎ MEZIN A JI BO CÛNTAYÊ, PKK BÛ
Jêhat; anî ziman ku pergala ku darbeya 12’yî îlon’ê pêşxist ji bo xwe herî xeterîya mezin tevgera PKK’ê ditîye û got; “Di vê demê de Serokatî wan xetêrîyan dibinê û derdikevê dervayê welat. Gelek kadroyên PKK’ê jî bi xwe re derdixinê. Lê dema ku darbe pêk tê gelek kadroyên pêşenk wekê Mazlûm Dogan, Mehmet Xeyrî Dûrmûş, pişt re jî yen ku li dervayê welat hatinê Kemal Pîr tên girtin. Sêdan kadroyên pêşenk yên ku li Kurdistanê pêşenktîya tevgerê dikin tenê girtin. Her derî Kurdistan operasyonên dijmin pêk dihatin. Her çiqas gelek kadro hatibin girtin jî bi pêşdîtina Serokatî gelek kadro jî derketibûn dervaye welat. Ev kesên ku bi darbeya 12’yî îlon’ê digotin ‘hemû hêzen mûhalîf hatin tûnekirin û PKK’ê jî ji holê hat rakirin. Me kadroyên wê yên pêşeng ji girtin û ê manê jî derketinê çûne.’ Daxwazên wan çî bû? kadroyên pêşeng ya Zindan a Amed’ê teslîm bigrin, wana bibin hiyanetê û bi vî avayî PKK’ê tasfîye bikin. Bi rastî jî li dijî tekoşîna Zindana Amed’ê hovîtîyek pir mezin çebû. Ya giring ev berxwedan ser çi zihnîyetê hat peşxistin ê. Ger ku bawerîyek mezin nebê ev berxwedan wisa nikarî bû peş biketa.
TÊKOŞÎNA ZINDANA AMEDÊ TEVGER PARAST
Di dinyayê de gelek mînakên wıha hene . Li Vîyetnam, li Amed, Mamak û Metrîs û hwd. Gelekî îşkence wan girtigehan de hate kirin. Lı Amedê di astekê pir cuda de işkencê dan despekirin Dixwestin civakekê di kesayeta wan hevalan de li zindane de tûne bikin.Di wirde dixwestin hevalan bi ışkencê teslîm bigirin jibo ku îxanete li gelê xwe bikin.Berxwedana wan hevalan di wirde tevayî politikayên wan vala derxist.Heger di zindanek ya Amedê de bi rastî ji 12’yî Îlonê serbiketana PKK’ê di derve de belkî evqas pêş neketa . Tekosina Zindana Amedê tekoşina derve parast xwedî kir di heman demê de. 12’yî îlonê ne tenê darbeyek lêşkerî bû li ser civakê wahşêt didan meşandin. Bi deh hezaran mirovên be sûc hatin girtin. Roja ku darbe bûyî li her derê wekê ku ku biçî neçîra mirovan, însan dihatin girtin, kûştin, û îşkencêkirin. Gelek mirov hatin darvekirin û îdamkirin. Ev hemû li 12’yî îlonê de hatin kirin. Armanc ewbu ku îradeya tekoşinên kurdan û tekoşinên çepgir tûne bike û pergala xwe xûrt bike. “
Jêhat bibîrxist ku di dîroka mirovahiyê de berxwedana Zindana Amed’ê berxwedaniyêk pir mezinê û axaftina xwe wiha domand. “Berxwedanîya Zindana Amed’ê di dîroka mirovatiyê de berxwedaniyêk pir mezinê. Niha jî em bibîr tînin ew bo hezek mezin ji bo me. Niha em li ser ve bawerî û hezê tekoşin dikin. Ev tekoşin dijmin hejand, Kenan Evren digot ‘tû serê vana qût bikî jî nikarin teslîm bigrî’ Dîroka 12’yî Îlonê dîrokekî pir rêş û dirindeyê di dîroka civakan de. Ev wehşeta ku we demê hatî meşandin wê demê hena j ili ser însanan bandora wê derbas nebûye. Bi vê ve giredayî berxwedaniya qadroyên me bandorekî xwe ya pir mezin hebo û heya çûn şihadetê jî. Generalên 12’yî îlonê yên faşist nezî 50 kesî darvekirin. Vana bi gotina Kenan Evren; Yek çepgir û ye din jî rastgir ji bona ku kes nebejê çima wê ev îdam kirine ye din îdam nekirine. Gelo mirov dikare bejê we însanek bi vî awayî dewletê reve bibe, enceq bibe despotek ye li ser civake û faşizme pêş bixe. Bi 12’yî îlonê ew nirxe civakê dixwestin ji hole rakin. Wexta ku 12’yî îlonê pêk hat tevayî pergala Tirkiyê hat gûhartin. Mînak; mixtar, şaredarî, dezgahê nifûsê, yên bacê, disa mamoste, awûqat, mêmûr û bi tevayî dezgahên dewletê de cihe kû yên wan sazîyan revê dibin de hemû lêşkerên teqawîtbûyî bicîhkirin. Tevayî pergal bi lêşkaran hat meşandin, generalên teqawîtbûyî, albayên teqawîtbûyî û serbazên dîtir ku henê pergala dewletê radestî wan kirin û wan da meşandin. Mixtarê gûndekî an jî taxekî jî ji artêşe hatibûn bicîhkirin. Bi gûhartina wan yasayan Kenan Evren bû Serokkomar û hemû partiyên sîyasî hatin girtin, serokê wan bin lêpirsînan de hat derbastkirin û gelekî wan hatin girtin. Zagon hemû ser qedexeyan nûve hat avakirin û hîn jî ser sîh sal derbastbûye dewleta Tirkîye bi wan zagonan tê meşandin.”
EVREN ÇIQASÎ SÛCDAR BE, HIKÛMETÊN LI SER QANÛNÊN WÎ DEWAM KIRN, EWÇEND SÛCDAR IN
Jêhat daxûyaniyên Kenan Evren ku di dema darizandina ji bo doza Êrkenekonê wiha nirxand. “Wexta ku Kenan Evren hat darizandin gotinek vê ya wiha hebû; ‘Ez endame avakêr ya wê komarê me. Heger ez wekê endamê avakêr bem darizandin pewiste yên ku sîh salê li ser vê zagonê dadgeh didin meşandin gerek ew jî ben darizandin. Bi yasaya ku wê demê hati avakirin gelek yasa hatin meşandin.’ Niha Kenan Evren çiqas soçlî be ew pergal jî ewqas soçli nê. Civaka Tıkıye bi vê yasayê dan meşandin evqas sal û ev yasa dijî demokrasîye yê li dijî civak û mirovatîye yê, bi wehşetê, bi zilman hertişt înkar dike, li ser tekbûnekê hatiye avakirin. Niha derketine dibejin; ‘ev yasa peşîya maf û azadîya digre’ Pekî ye ev yasa dane meşandin ne ev hûkûmet bû, ma mirov dikare bejê ev yasa bi adaletîye, yan jî mirov dikarê bejê AKP’ê yasayak bi adil daye meşandin. Hemû yek tîpin û bi eynî yasaye xwe dane meşandin”
AKP BERDEWAMIYA NIFŞA KESK E
Jêhat; di derbarê avakirina AKP’ê jî gelek nirxandinên giring kir û got; “Niha tabî ji bo AKP’ê tiştê mirov bibêje bêguman hene. 11,12 sal in ava bûye. Bi xwe jî car caran dibêje hukumetê herî zêde li ser text sekinî, nizanim çi kir em in. Birastî jî wisa ye. Lê avakirina AKP, derketina wê di bingehê xwe de bi guman e. Yanê tê de gelek tişt hene. Di destpêkê de em vê bibêjin, AKP bi vîna xwe nehatiye avakirin. AKP di bingehê xwe de ev Nivşa Kesk ku dibêjin, a rast hinekî jî berdewamiya wê ye. Berhemê 12’ Îlonê ye. 12’ê Îlonê ew derxist. AKP di bingehê xwe de îxaneta herî mezin li Erbaqan kir. Lewre ligel Erbaqan bû, di bingehê xwe de AKP’ê îxanet li wan kir. Niha, wextê ku AKP hat avakirin, derfetên wê demê çi bûn, rewş çi bûn, çawa pêk hat, em ê pir venekin, diyar e di şevekê de, di rojekê de pêk nehat. Di bingehê xwe de ev jî projeyek bû. Projeya ku em dibêjin ‘Îslamiyeta Nerm,’ di bingehê xwe de vê projeyê rê da wan. Niha jî pir zelal e. Carcaran dibe ku xwe wekî pêşengê îslamiyetê dibîne, dixwaze ji wan re pêşengtiyê bike, dixwaze di Rojhilatanavîn de rol bileyîze. Carcaran di hinek aliyan de dixwaze gel bixapîne. Niha, îslamiyata AKP’ê îslamiyeteke çawa ye? Tabî di van rojên dawî de gelek têkoşîn di Rojava de heye. Di bin navê îslamiyetê de, a rast di bin rupoşka îslamiyetê de wek El Kaîde, El Nusra û hin gurubên wekî van hene, li ser gelê me fetha didin, qetlîaman dikin û vê di bin navê îslamiyetê de dikin. Em careke din dîrokê bigrin dest, Hz Muhamed îslamiyet avakir. Îslamiyeta Hz Muhamed ji bo me girîng e. Ger em behsa îslamiyetê bikin divê em behsa îslamiyeta Hz Muhamed bikin. Lê Hz Muhamed dema ku jiyana xwe ji dest dide, piştî wî Hz Alî, zarokê Hz Alî Huseyn (ku vana neviyê Hz. Muhamed in) heyanî Kerbalayê îslamiyeta ku em dibêjin ê Hz Muhamed e tê meşandin. Yek, Alî tê qetil kirin. Piştî vê di Kerbelayê de Hz Huseyn ji aliyê Muaviyê ve (Yêzîd wan ) bi aweyek herî wahşiyane, barbarî têne qetil kirin. Îro ew gurubên li Rojava serê mirovan jêdikin heman azinê didin meşandin. Niha îslamiyata bingehîn a em behs dikin, ji Hz Muhamed destpê dike heya Hz Huseyn e, cewherê îslamiyetê ev e, di vê pêvajoyê de ye. Lê yek, ên ti têkiliya xwe bi îslamiyetê re nîn in, serê Hz Huseyn wan jêdikin, bi wan gog dileyîzin, piştî wê jî ev dibin serdestên îslamiyetê û di bin rûpoşka îslamiyetê de di bingehê xwe de wahşetên li wê demê didin meşandin.”
ÎSLAMA TAYYÎP YA MÛAVIYE YE
Jêhat; da zanin ku îro jî pergala AKP’ê heman şeklî dimeşê û wiha axaftina xwe domand; “Îro jî vê pergalê Tayîp û yên wekî wan dimeşînin. Di bingehê xwe de ev îslamiyeta Muaviye ye. Heman îslamiyet e. Niha em lê binihêrin, li Misrê, Suryê, di gelek cihan de ev aloziyên ku hene, Tayîp derdikeve televîzyonê, digrî, qaşo bi nêzikatiyeke cuda ve helwesta xwe nîşan dide, ji rengan dikeve rengan, mêtindana hestan dike. Ev hêstirên çavan ên rast nîn in. Ti tiştekî mirov bi vê bawer bike nîn e. Çima, ger ku îro li wê derê wan dibîne li hember wan digrî, dilê wî diêşe, baş e li Kurdistanê zarok dihatin kuştin, bedenên wan perçeperçe kirin, 12 fîşeng li zarokên 12 salî ketin, hîna 15-16 salî bûn lê di bin bombebarana balafiran de perçeperçe kirin. Çi bû? Tiştek jî nebû. A niha berî ku axaftinê em li vir dikin, rojek berê vê ji bo Misrê helwestên xwe anî ziman, gelek rexne kir, mesela gelek tişt anî ziman, hat Kurdistanê û Tirkiyê û çi got; kes nikare li hember dewletê ti tiştekî bike, kî ger ku li Parka Geziyê bixwaze aloziyan, tiştan derbixîne li hember wê ew ê hêzên dewlêtê bibînin. Va yek tê çi wateyê? Sextekarî ye, durûtî ye. Kî tê bawer bike? Ew çax nexwe,ev 12 sal in AKP avabûye , tabî AKP’ê siyaseteke pir xinîz(sînsî) durû meşand. Hêdî hêdî bi artêşê re kete di nava lihevhatinekî de. Di herî dawî de jî bi Yaşar Buyukanit wan re ew lihevhatina li Dolma Bahçe Sarayî kir, di derbarê ew Ergona ku jê re dibêjin teror lihevhatina van filan hemû tiştan li wê derê kirin. Peyman çi bû, çi kirin nekirin tabî tê fêm kirin. Yek artêşa Tirkan artêşeke qirêj e. Destê wê di nava xwînê de ye. Li ser Kurdan, li ser Kurdistanê qirkirinên ku dane meşandinê, kuştinên ku qaşo kiryarê wan ne diyar ên daye meşandin, di cîhanê de ti artêşekî li hember gelê xwe tiştekî bi vî rengî nekiriye.”
LI PIŞT TAYYIP DYE HEBÛ
Jêhat di derbarê niqaşên rejîma Suriyê jî wiha nirxand; “Niha behsa Suryê, Misrê dikin. Lê dibe ku artêşên Suryê û Misrê li hember van kiryaran pir biçuk jî bimîne. Birastî jî Ergenekona ku niha dibêjin heçko bi tenê li hember desthilatdariya Tayîp karê rêxistiniyê kirine, ji bo vê jî hatine darizandin. Pekî di milê din de li Kurdistanê ew qas komkujî hatin kirin. Ew qas kuştinên kiryar nediyar, cînayet hatin kirin. Ew qas gund hatin şewitandin û vala kirin. Ew Ergenekona ku niha di hundir de ne, wan generelan tev kirin. Bi emr û talîmatên wan ev hatin kirin. Niha îro di wê darizandinê de kes behsa vê yekê nake. Di rastiyê de ketin peymanê, lihevhatinê. Tayîp û ew ketin di nava lihevhatinekî, peymanekî de. Yanê di Kurdistanê de tiştên ku bûne em vana nekin rojevê, bi tenê em vê aliyê bigrin dest. Bi wan generalên Tirkan û Yaşar Buyuk Anit re ketine di nava peyman û lihevhatinekî. Li ser vê bingehê vana pêş ketin. Ev yek bû ya duduyan; niha gelê me û tevayê gelên Tirkiyê wer dizane ku, Tayîp vîneke xurt bû, hêzeke xwe ya xurt hebû, li hember artêşê vaye vana hemû pêş xistin. Wisa nîne. Li pişt Tayîp ABD hebû, ABD start da ku artêş tasfiye bibe. Û ABD li pişt Tayîp bû û destek da, li ser vê bingehê jî li ser artêşa Tirkan, li ser generelan girtin, darizandin pêş ket. An na, Tayîp vînek nîşan da, nizam xurt bû û vana pêk anî… yanê wer nîne. Pişt her derbeyê, li her tiştî teqez Emerîka, NATO heye. Ger ku em îro AKP digrin dest, tiştê ku ew pêk tîne, li pişt wê dîsa Emerîka heye. Îro carcaran Emerîkayê rexne dike, heta ji bo peyamê bide muslimanan, Ereban timûtim bi aweyek radîqal Îsraîlê rexne dike. Tiştê ku xuya dike ev e. Lê rastî ne ev e. Niha peyamê ku dide li Rojhilatanavîn, dide muslimanan, peyameke durûtî ye. Çima durûtî ye? A rast Tayîp dixwaze wan gurubên îslamê bi vê nêzikatiya xwe, heçko li hember Îsraîlê ye, dixwaze Îsraîlê rexne bike, li hember wê dixwaze destekê bide Fîlîstînê, bide gelê bindest. Rastî ne ev e. Beravajî vê ew dixwaze ew hêza îslamiyetê rast a heyî bişkîne. Bi vê durûtiyê ve dixwaze vê bişkîne. Ez vê dibêjim, gelê Rojhilata Navîn ên bindest hene, yên ku birastî jî îslamiyetê bingeh digrin. Îslamiyeta Muhamed bingeh digrin, îslamiyeta ku heyanî Kerbelayê bingeh digrin, vana divê baş bizanibin ku yek pêwendiya xwe ya Tayîp û yên wekî wî bi îslamiyetê re nîn e. Ew gurubên ku îro di bin navê îslamiyeta radîqal de bi her cure wehşetê pêk tînin, gelek mirov li pey wan diçe, wan wekî musliman dibînin, yek pêwendiyeka wan bi îslamiyetê re tune. Ew ji ol derketine, li derveyî ol in, di bingehê xwe de ew bê ol in. Îro ev mirovên ku xwe wekî musliman dibînin, di bin rûpoşka îslamiyetê de, ya rast rûyê wan û ya Muaviye heman e. Heman rewş e. Îro tiştê ku pêk tînin vanan e. Tayîp di bingehê xwe de, Turkiye jî dixwaze di nava Rojhilata Navîn de vê dengeyê bi emrê ABD’ê pêk bîne. Ji bo vê jî her diçe xetertir dibe.”
AKP AMADEKARIYA ŞER DIKE
Jêhat; bale kişand ser pêvajoya kun û ji alîye Rebêre Gele Kurd Abdullah Ocalan hatî destpekiyê û wiha axifî; “Pêvajoya destpêkiriye, xuya dike ku her diçe gumanên mirovan bi pêş dikevin. Heçko bêhtirîn hûkûmeta AKP’ê amadekariya şer dike. Tiştekî wisa xuya dike. Di bin navê îslamiyetê de dixwaze dest biavêje Kurdistanê û hin cihan. Em ji gelê xwe re vê dibêjin; baş guhdar bikin û lê binihêrin her axafitineke Tayîp Erdogan, ji ew qas însanan re di bin navê îslamiyetê de digrî, dilê xwe ji wan re dişewite, tîne ziman, pekî qet ji bo zarokên Kurdistanê jî anî ziman? Ji bo Rojava ku ew qas însan hatin qetil kirin bi destê wan gurubên radîkal ku ji xwe re dibêjin îslam, qet va kuştinanan anî ziman? Tang û topên Tayîp nebûya ew zarokên 8 salî dihatin kuştin, ev bi destê wan ne bû? Li Roboskî 34 mirov hatin kuştin bi destê wan ne bû? Ew zarakê ku bi topa hewanê ve peremperçe kirin û dengê xwe jî ji vê re dernexistin, ev Tayîp nekir? Em vana baş bizanin ku ti têkiliya xwe bi îslamiyetê re nîn e, di bin rûpoşka îslamiyetê de vana pêktînin. Di bin vê rûpoşkê de ya rast hemû dirûtî hene. Divê qet ti kes li van tiştan bawer neke. Ger tişteke ku em lê bawer bikin hebe ew jî hêza me û vîna me ye. Tiştê ku Rêber APO dibêje li wê divê em bawer bikin.”
LI ROJAVA DI BIN NAVÊ ÎSLAMÊ DE HOVÎTÎ TÊ MEŞANDIN
Jêhat; da zanin ku jib o wan yekan jî pewîstîya tekoşînek xûrt heye û wiha direjî da axaftina xwe; “Ji bo vê jî îro têkoşînek heye. Li çiyan, li deştan, li Rojava, li Rojhilat, bi kurtasî li her derê pêwîst dike ku ji heft salî heya heftê salî qet yek însanê me yek demjmêra xwe, yek xuleka xwe vala nehêle biçe û li hember vê wahşeta van şer bike, li ser piyan bisekine û tevli şoreşê bibe. Li hember van çi tê xwestin pêwîst e pêk bîne. Bi protesto, bi axaftinê, bi alîkariyê bi çi hawî dixwaze dibe vana divê pêk bîne. Yek mirovekî me li derveyê vê bimîne dîrok wî/ê efû nake, bi ti awayî dîrok efû nake. Ji bo vê jî ger ku em dixwazin di sedsala 21’an de keysake ew qasî mezin dest Kurdisatanê ketiye, dest Kurdan ketiye, em keysê careke din naxwazin wenda bikin. Ger yên ku xayîn in, ên ku dixwazin me bin bixînin, her kes divê li hember vana li ser piya bisekine. Û vê jî dixwazim dubare bikim, îro li Rojava ew gurubên ku di bin navê îslamiyetê li hember gelê me weşetê, barbariyê pêk tînin, di nav de hinek kesên xayîn jî hene, Kurd in, banga me ji wan re heye; nekevin di nava wê xeteriya mezin, nebin dijminê Kurdan, xwîna Kurdan nerijînin, rêya we şaş e ji şunve bizirin. Ji bo vê jî ew muslimantiyê temsîl nakin. Di muslimaniyê de li ku derê serê însanan hatiye jêkirin? Li ku derê wahşet tê meşandin? Ji bo vê jî îro pêwîst dike tevahî gelê Kurdistanê li ser vê bingehê nêzikatiya xwe wisa be, banga me jî wisa ye.’
ÊDÎ KES NIKARE GELÊ ME BIXAPÎNE
Jêhat diyarkir ku heya niha ev sih sal in, li tevahî gelê Kurd û Tirk, tevahî etnîsîteyên ku qala wan tên kirin gelek hovîtîyan re rûbirû manê û wiha bidawî awaftina xwe anî; “Heya niha ev sih sal in, li ser tevahî gelê Kurd û Tirk, tevahî etnîsîteyên ku em behs dikin, weşteke ku di bin 12’ê Îlonê de hatiye meşandin, birastî jî li hember wê jî pêwîst dike ku têkoşînek xurt hebe. Ev desthilatdariyên ku heya niha li ser wê hatine meşandin, ji van desthilatdariyan yek jî AKP ye. AKP xwe wekî dêmokrat, azadîxwaz, nêzikatiya xwe ya qaşo ji gelan re, yên li Rojhilatanavîn re xwe wekî ku mînak nîşan dide, lê em dîbînin AKP jî li ser vê makezagonê hîna jî dimeşe. Ev sih sal e hîna jî li ser vê makezagonê dimeşînin. De baş e mirov wê ji AKP re çawa bibêje dêmokrat e? Mirov wê çawa bibêje, gelek zagon hatine guhertin û li ser 12’ê Îlonê nameşîne? Ger ku 12’ê Îlonê ji bo mirovahiyê suç be vê meşandin jî ew qasî sûç e. AKP jî hevparê vê sûçê ye. Dibe ku hinek zagon hatine guhertin lê belê li gorî bervejendiyên xwe guhertine. Lê binihêrin, mesela nîqaşên komîsyana guherandina makezagonê hene, di wê de zagonek heye dîsa tek al, tek dewlet, tek tek tek… Dîsa hersê partî (AKP, MHP û CHP) vê zagonê bi heman rengî dipejirînin. Ev zagon di bingeha xwe de yê 12’ê Îlonê KenanEvren, ê faşîşta ye. Ji bo vê jî êdî kes nikare gelê me bixapîne. Baweriya me ew e ku ji niha şunde jî ev tahrîbatên ku hatine meşandin û wê ji niha şunve jî wê bikin li hember vê ji her demê zêdetir xurt têkoşîna Kurd dê bi pêş bikeve. Em , ji bo armanca têkoşîna gelê Kurd serbixînin, têkoşîna me dê berdewam bike. Baweriya me ew e ku ji niha şunde jî bêhtirîn dê xurt bibe.