Bi hezaran 3 şervanên YPG’ê oxir kirin
Bi hezaran 3 şervanên YPG’ê oxir kirin
Bi hezaran 3 şervanên YPG’ê oxir kirin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Bîlan Mihemed, Sabir Cûdî û Ismaîl Koçer ên ku di 11'ê Kanûnê de di encama êrîşa komên çete ya li Girkê Legê de jiyanan xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxirkirin.
Şervanên YPG'ê Bîlan Miheemed, Sabir Cûdî û Ismaîl Koçer ên ku di 11'ê Kanûnê de di encama êrîşa komên çete ya li dijî benda kontrolê ya gundê Cinêdiyê ya girdayî Girkê Legê de jiyanan xwe ji dest dabûn ji nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Dêrikê ji aliyê hezaran ve hatin girtin. Bi hezaran kesî cenazeyên 3 şervanên YPG'ê bi dirûşmeyan birin Navenda Ciwanan Şoreşger a Şehîd Bawer. Li vir ji ji şervanên YPG’ê re merasîm hate lidarxistin. Merasîmê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir ,li ser Navê Saziya Malbatên Şehîda axaftinek hate kirin. Di axaftinê de soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.
Di merasîma li pêşiya Navenda Ciwanan Şoreşger a Şehîd Bawer hate lidarxistin de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdulah axivî û berxwedana şervanên YPG'ê silav kir. Asya Ebdula got ku tu êrîş wê kurdan ji xeta azadiyê venegerînin û tekez kir ku gelê kurd her dem wê li ser xeta şehîdên xwe be. Piştî axaftinan sîcilên 3 şervanên YPG'ê hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Piştî merasîm bi dawî bû girseya ku bê navber dirûşmeyên "Şehîd na mirin", "Bijî berxwedana YPG" qêriyan cenaze bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve hatin oxirkirin û li vir spartin axê.
Hêjayê gotinê ye ku dihate payîn cenazeyên 3 şervanên YPG'ê 3 roj berê hatibana definkirin, lê ji ber berîna berfê ya dijwar û qutbûna rêyan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan hatibû taloqkirin.