Bi hezaran 7 cangoriyên azadiyê oxir kirin

Bi hezaran 7 cangoriyên azadiyê oxir kirin

Cenazêyên 6 şervanên YPG/YPJ'ê yên ku di êrîşên çeteyan ên li Tirbespiyê û Til Elo de jiyana xwe ji dest dabûn û endamê Tevgera Çandê Osman Elî Aso ku wî jî di êrîşa Tirbespiyê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesan ve li Qamişlo û Tirbespiyê hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê Newroz Mehmed, Zana, Cudî, Mehemed Sidîq Hesen Şindî, cenazeyê endamên Tevgera Çandê Osman Elî Aso ku di êrîşa komên çete ya li Tirbespiyê de jiyana xwe jidest dabûn, cenazeyên şervanên YPG'ê Evdilqadir Çeto (Çeto) û Dilgeş Şawiş (Serhed) ku di pevçûna li gundê Til Elo yê Çilaxa de jiyana xwe ji dest dabûn, li Qamişlo û Tirbespiyê ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxirkirin.

 Cenazeyên şervanên YPG'ê Newroz Mehemed, Zana û Cudî ku du li Tirbespiyê di êrîşa bombeyî ya çeteyan de jiyana xwe jidest dabûn, cenazeyê endamê Tevgera Çandê osman Elî Aso ku di çarçoveya erka xwe ya çandê de çûbû navenda YPG'ê ya Tirbespiyê û di heman êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû, her wiha cenazeyên endamen Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo ya YPG'ê Evdilqadir Çeto û Dilgeş Şawiş ku di pevçûna 15'ê Cotmehê ya li gundê Til Elo de jiyana xwe jidest dabûn, ji Mizgefta Qasimo ya Qamişlo ji aliyê sedan kesan ve hatin wergirtin.

Cenazeyên 6 cangoriyên azadiyê piştre li wesayîtên ku bi rengên kesk, sor û zer hatibûn xemilandin, hatin siwarkirin û bi konvoyek ku ji sedan wesayîtan pêk dihat ber bir Goristana Şehîd Delîl Saruxan ve hatin birêkirin. Di rêya ku konvoy tê de derbas bû, bi dehan welatiyên derketin ser rê jî cenaze pêşwazî kirin û birinc avêtin ser wesayîtên cenazeyan.

Piştî konvoy gihîşt goristanê, cenaze ji wesayîtan hatin daxistin û li ser milan birin goristanê. Dayik û xwişka şervana YPG'ê Newroz Mehemed jî darbesta zaroka xwe dan ser milê xwe. Piştre merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, alên PYD, YPG'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên 6 cangoriyên azadiyê hatin vekirin û sloganên wekî, "Şehîd namirin", "Bi can bixwîn em bi te re ne ey Şehîd" hatin berzkirin.

Di merasîmê de  li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehemed Bavê Loran, li ser navê TEV-DEM'ê Dozdar Hemo û malbatên  cangoriyan axivîn. Di axaftinan de li ser girîgiya berxwedanê hate rawestîn û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn. Her wiha soz hate dayîn ku dê li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn bê bilindkirin. Di merasîmê de peyama PYD'ê jî hate xwendin.

Piştî axaftinan cenazeyên 6 cangoriyan bi diruşme û tilîliyan hatin definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehemed Sidîq Hesen Şindî ku di êrîşa Tirbespiyê de jiyana xwe jidest dabû, ji Mizgefta Qasimo ya Qamişlo ji aliyê malbata wî û sedan kesan ve hate wergirtin û birin Goristana Şehîdan a li gundê Digirê yê girêdayî Tirbespiyê. Piştî cenaze birin goristanê merasîm hate lidarxistin.

Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Cuma Remo, li ser navê Yekîtiya Star Nezha Mihyedîn, birayê şervanê YPG'ê Xelîl Şimdî axaftin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku êrîşên hovane yên komên çete, nîşaneya têkçûna wan a di eniya şer de ye. Di axaftinan de her wiha soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn.

Piştî axaftinan cenazeyê şervanê YPG'ê Mehemed Siddiq bi sloganên "Şehîd namirin", "Bijî YPG", "Bijî YPJ" spartin axê.

Cenazeyê endamê Tevgera Çand û Hunerê Welat Dêrik ku ew jî ji bo erka xwe ya hunerê çûn Tirbespiyê û di êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê şervanê YPG'ê Mehemed Şerîf Ebdullah (Çiya Dêrik) ku di 18'ê cotmehê de di qezayê de jiyana xwe jidest dabû jî,  ji Qamişlo ji bo ku bêne definkirin şandin Dêrikê.