Bi hezaran Amedî dimeşin

Bi hezaran Amedî dimeşin

Li Amedê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, bi hezaran kesî dest bi meşê kirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û piştgirîdayîna gelê Kobanê yê li ber xwe dide, li Amedê bi hezaran kes li ber avahiya DBP'ê ya Amedê civiyan.

Gelê Kurd li ber avahiya partiyê nerazîbûn nîşanî çeteyên DAIŞ'ê da û bi parlamentera HDP'ê Mulkiye Bîrtane, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, hevşaredarên navçeyan û siyasetmedarên DBP'yî dest bi meşê kir. Girseya gel li ber sirûda YPG'ê ya di otobusa hilbijartinê ya DBP'ê de hat lêxistin dest bi meşê kir û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir. Di meşa ku bi giranî jin û ciwan tevlîbûn de alên PKK, HPG, YPG û YDG-H hatin bilindkirin.

Di meşê de girseya gel dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG" û "Kujer DAIŞ, hevkar AKP" hat qîrîn.

Meş dewam dike û li ber Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a li Bûlvara Tûrgût Ozal, ku li ser rêya meşê ye, bi sedan polîs û maşînên TOMA hatin bicihkirin.