Bi hezaran cenazeyên şervanên YPG'ê spartin axê

Bi hezaran cenazeyên şervanên YPG'ê spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG'ê Rênas Kobanê û Rojvan ku di operasyona rizgarkirina Til Koçerê de  jiyana xwe jidest dabûn, li bajarê Qamişlo ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Rênas Kobanê û Rojvan ji aliyê hezaran kesan ve ji Mizgefta Taxa Enreriyê ya Qamişlo hatin wergirtin. Welatiyên ku alên Kurdî û wêneyên şehîdan hildan bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenaze birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan.

Piştî cenaze anîn goristanê, li vir merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, Seroka Meclîsa Bajarê Qamişlo Remziye Mihemed diyar kir ku şervanên YPG'ê yên ku di operasyona Til Koçer de jiyana xwe ji dest dane, hemû hewildan û êrîşên li dijî destkeftiyên gelê Rojava têk birine.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mesûd Ehmed jî axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser şopa cangoriyan bimeşin.

Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê Rênas û Rojvan bi  dirûşme û tîlîliyan spartin axê.