Bi hezaran ciwan sînor nas nekirin tevlî berxwedana Kobanê bûn

Bi hezaran ciwan sînor nas nekirin tevlî berxwedana Kobanê bûn

Bi hezaran ciwanên Kobanî piştî malbatên xwe danîn Pirsûsê deriyê sînor derbas kirin û tevlî berxwedana li Kobanê bûn.

Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Rojava û Kantona Kobanê berxwedana YPG /YPJ’ê hefteyek li pey xwe hişt. Gelê Bakurê Kurdistanê 4 roj in ji bo piştgiriya berxwedanê li sînorê Kobanê di çalakiyê de ne.

Îro tevahî rojê li xeta sînor êrîşên leşkerên Tirk berdewam kirin. Li gel êrîşan jî bi hezaran ciwan sînor nas nekirin û derbasî Kobanê bûn.

Bi hezaran ciwanên Kobanî yên malbatên xwe danîn Pîrsûsê û ji bo tevlî berxwedanê bibin vegeriyan, deriyê sînor şikandin û derbasî Kobanê bûn.

Ciwanên piştî derbasî Kobanê bûn li navenda bajêr li gel karwanekî bi sedan wesayîtan meşek li dar xistin û çûn navenda YPG’ê, ji bo di berxwedana Kobanê de cihê xwe bigirin tevlî nav refên YPG’ê bûn.