Bi hezaran di nimêja Îna Sivîl de ref girêdan

Bi hezaran di nimêja Îna Sivîl de ref girêdan

Di Nimêjên Sivîl ên Înê de operasyonên siyasî û leşkerî hatin şermezarkirin. Meleyan di nimêjê de bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê dan û diyar kirin ku ger dê behsa çareseriyê û hevdîtinê bikin çima operasyonên siyaî û leşkerî berdewam dikin? Meleyan da zanîn ku her tim qala aştiyê dikin û berê jî gotin dê aştiyê bînin, lê ev çi operasyon in?

Li Amed, navçeyên Farqîn, Hezro yên Amedê, Sêrt Êlih, Qoser, Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Colemêrg, Melezgîrt, Wanê û Turgutluyê bi hezaran welatî disa li heman qadan kom bûn û nimêj kirin.

AMED

Li Amedê li Sûka Zikê Erdê ya Selehedînê Eyubî ya Deriyê Çiyê nimêj hat kirin. Mele Kutbettin Boyler diyar kir ku olê Îslamê olê edaletê ye û xwest ev zilm bi dawî bibe. Mele Celal Efe, jî bi kurmancî û dimilî xutbe xwend û wiha got:

"Di vê pevajoya ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin tên kirin lazim e operasyon bi dawî bibin. Divê berî her tiştî samîmî bin. Berê jî gotin dê aştiyê bînin. Lê piştî wê operasyonên siyasî û leşkerî zêde bûn. Girtin û kuştin zêde bûn. Ger ku dê gavên çareseriyê bên avêtin ev çi operasyon in?" Piştre nimêj hat kirin. Li navçeya Farqînê li mala Sersaxiyê ya hat kirin. Di nimêjê de banga tevlêbûna Kongreya BDP'ê ya Amedê hat kirin. Li navçeya Hezroyê nimêj li avahiya BDP'ê ya Hezroyê hat kirin.

ÊLIH/SÊRT

Li Sêrtê nimêja înê bi tevlêbûna rêveberên BDP'ê yên Sêrtê û xebatkarên şaredariyê hat kirin. Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî nimêj li avahiya BDP'ê hat kirin.

Di çarçoveya nimêja Înê ya bê dewlet de vê hefteyê jî li Êlihê nimêj hate kirin. Li hewşa Şaredariya Êlihê ku nimêj tê kirin vê hefteyê jî bi hezaran welatî ji bo nimêj bikin amade bûn. Hate xuyakirin ku welatiyan, ji bo şerê li heremê û Serêkaniyê di dome û ji bo pevçûn bên rawestandin dûa kirin. Di nimêjê de Mele Cesîm Bozkur weazê bi kurdî da û diyar kir ku di pêvajoyek wisa girîng de xwîna ku tê rijandin demek beriya demekê bila bê rawestandin.

Bozkur, bal kişand ser operasyon û pevçûnan û wiha got: “Bila êdî xwîn ne rije û bes e mirovan li ser vê xakê jiyan xwe ji dest da. Bila welatê me jî azad bibe û gel bi awayekî aşîtiyane û azadî bijî. Xwedayê mezin tu carî li hemberî zilmê ne gotiye erê. Bes e fesadî li ser gelê me tê kirin.” Bozkur, banga yekîtiyê kir û xwest têkoşîna bindest û mezlûman bê xurtkirin. Piştî weazan bi hezaran welatî li pey melê xwe rêz girt.

MÊRDÎN/ŞIRNEX

Li navçeya Qoserê ya jî nimêj li Mala Gel ya Şeyh Davut Yalçinkaya bi girseyîhat kirin. Mele Şeyhmus Çelebî bi kurdî weaz dan û operasyonên siyasî û leşkeri şermezar kir. Li navçeya Nisêbînê jî nimêja Înê li Baxçeyê Navenda Çanda Mitannî hat kirin. Mele Birehîmé Botî nimêj kir û bi kurdî weaz dan. Piştî nimêjê xwest sibê her kes tev li mîtînga "Em Rojava silav dikin" bibin.

Li navçeya Cizîrê jî nimêj li Mala Sersaxiyê ya taxa Cudî ji aliyê girseyek mezin ve hat kirin. Li navçeya Sîlopiyê nimêj li ber avahiya BDP'ê li qada vekirî ji aliyê hezaran ve hat kirin.

WAN/COLEMÊRG

Li Wanê jî bi hezaran kesan li Otoparka girtî ya Şaredariyê nimêj kir. Bi hezaran kesên ref girêdan oprasonên siyasî û leşkerî şermezar kir û xwest siyasetmedarên kurd û Şaredarê Wanê Bekir Kaya serbest bên berdan. Meleyan li vir bi kurdî weaz dan.

Li Colemêrgê jî Nimêja Sivîl a Înê li avahiya BDP'ê bi girsesî hat kirin. Mele Fikret Turan nimêj kir. Di nimêjê de rêveberên BDP'ê Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanogu û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn. Mele Fikret Turan di nimêjê de operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir.

Li navçeya Melezgirê ya Mûşê û Navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî bi girseyî nimêja Înê ya sivîl hat kirin û operasyonên siyasî û leşkerî hatin şermezarkirin.