Bi hezaran Êlihî ji bo Azadiya Ocalan meşiyan
Bi hezaran Êlihî ji bo Azadiya Ocalan meşiyan
Bi hezaran Êlihî ji bo Azadiya Ocalan meşiyan
Rêxistina BDP’a Êlihê bi daxwaza “Ji bo pêvajoya çareseriyê pêş bikeve, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe, di makezagonê de zimanê Kurdî cih bigire û benda hilbijartinê bê rakirin” bi tevlîbûna hezaran kesan meşek girseyî pêk anî.
Rêxistina BDP’a Êlihê bi daxwaza “Ji bo pêvajoya çareseriyê pêş bikeve, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe, di makezagonê de zimanê Kurdî cih bigire û benda hilbijartinê bê rakirin” bi tevlîbûna hezaran kesan meşek girseyî li dar xist. Bi hezaran kesên li ber avahiya Şaredariyê kom bûn meş pêk anîn. Di meşê de Rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û wekilên Şaredarên Êlihê, rêveberên MEYA-DER, KURDÎ-DER, ÎHD, endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê, tevkarên DOKH’ê, endamên Meclîsa Ciwanên BDP’ê ya Êlihê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl amade bûn.
Di destpêka meşê de polîs bûn asteng û hişyariya ceza birînê dan rêveberên BDP’ê û meşvanan. Li ser bertekên girseyê polîs neçar man destûr bidin girseyê û xwe ji pêşiya meşê dan alî. Di meşê de pankartên “Hûn nikarin qeydê li zimanê me bixin”, “Hikûmet gav biavêje”, “An azadî yan jî na” û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Girseyê bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “PKK gel gel li vire” qîr kirin. Meş ji kolana Cumhuriyetê heta qada Cumhuriyetê berdewam kir.
Endamê Meclisa BDP'ê Nezîr Gulcan diyar kir ku, pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve 9 mehin hatiye destpêkirin ji ber ku mirin çênebûne pêşketinek başe. Gulcan anî ziman ku, ev 2 mehên dawî ji bo hevdîtin bibin mûzkere tu gav ji aliyê hikûmetê ve ne hatine avêtin û pêwîste her kes di makezagona nû de bi azadiya ramanên xwe cih bigire. Gulcan destnîşan kir ku, ew jî dizanin pirsgirêka 100 salan di mehekî û di 2 salan de nayê çareserkirin û got êdî pêwîstî bi niyeta gav avêtinek baş heye.
Hevseroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga jî daxuyanî xwend û diyar kir ku, ew wek gelê Kurd ji ber ku ew gel in hemû mafên xwe rewa û xwezayî dixwazin û daxwaz dikin mafên wan û gelên din jî di makezagona nû de misoger bikin. Çarboga “Di demek kin de bila gavên hiqûqî û demokratîk bên avêtin, astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin û zimanê Kurdî wek fermî qebûl bikin. Bila TMK û TCK bên guhertin û hemû girtiyên siyasî bigihijin azadiya xwe. Ji bo Birêz Ocalan bikaribe di nav pêvajoya çareseriyê de rol bileyîze pêwîste şertên ewlehî, tenduristî û azadiya wî demildest bên başkirin. Bila astengiyên pêşiya raman, rêxistinkirin, îfade kirin û baweriyan rabe. Ji bo edaletî pêk were bila benda hilbijartinê bê rakirin û zagona partiyan bê guhertin. Ji bo gelê Kurd bikaribe xwe bi xwe bi rêve bibe lazime statûya gelê Kurd bê naskirin.”
Piştî daxuyaniyê girse slogan qîr kirin û çalakî bi dawî.