Bi hezaran kes çûn sersaxiya malbata Karane

Bi hezaran kes çûn sersaxiya malbata Karane

Konê sersaxiyê yên ji bo şervanê YPG'ê Omer Karane (Egîd) û xebatkarê Navenda Çandê ya Mem û Z3ın Mehmet Karane yên di êrîşeke bombeyî ya li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan hat vedan, ji aliyê bi hezaran kesan ve hat ziyaretkirin.

Di roja dawî ya konê sersaxiya malbata Karane de, mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de li gel Serokê Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê Ahmet Çeter rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, MEYA-DER, KURDÎ-DER, Alimên Botanê, xebatkarên navenda Çandê ya Mem û Zîn û hunermend Serhado bi hezaran kes amade bûn.

Piştî mewlûdê peyama sersaxiyê ya girtiyên li girtîgehên Mêrdîn û Amedê ji malbata Karane re şandibûn, hat xwendin.

Dûre rêveberê MEYA-DER ê Cizîrê Mele Kasim Yîgît axaftinek kir.

Yîgît da xuyakirin ku gelê Botanê bi xwedîderketina li birayên Karane re peyama herî watedar daye pergalê û got, "Zarokên leheng ên vî gelî ji bo ziman, azadî, ax, hebûn û rûmeta xwe canê xwe dan. Gelê Kurd bi saya nirxên şehîdên xwe li ser piyane û em soz dikin ku emê di rêya şehîdan de bin."

Dûre bavê birayên Karane Ahmet Karane peyivî û got, "Bila serê me hemûyan sax be. Bi salane gelê Kurd vê têkoşînê dewam dike. Heta ku gelê Kurd bigihêje azadiya xwe, emê weke sewalên kovî yên bi tena serê xwe li çiya dijîn bê cih û war bimînin. Banga min ji vê derê li gelê Kurd ew e ku hîn bêtir bêdeng nemînin û xwedî li têkoşîna xwe derkevin."

Kurdistaniyên ji bajarên din jî tên serdana mabata Karane. Li gel Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şardafrê Misricê Necat Yilmaz, rêveberên BDP'ê yên Sêrt navçe û bajarokên wê, xebatkarên NÇM ya Sêrtê, endamên meclîsa giştî ya bajêr û meclîsa şaredariyê komeke qelebalix hat serdana malbata Karane.