Bi hezaran kes herikîn goristanan
Bi hezaran kes herikîn goristanan
Bi hezaran kes herikîn goristanan
Bi wesîleya Cejna Qurbanê gelê Kurd herikî goristanan. Li Rojavayê Kurdistanê şervanên di parastina axa xwe de jiyana xwe ji dest dan, li Bakurê Kurdistanê jî gerîlayên PKK û HPG'ê û welatiyên di bûyerên kuştinên "kiryar dewlet" de jiyana xwe ji dest dan, gorên wan ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin ziyaretkirin.
Bi wesîleya Cejna Qurbanê, gorên kesên di pevçûnên li Rojava de jiyana xwe ji dest dan, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Serdana yekemîn a goristanê li Qamişlo pêk hat. Gelê li bajêr, bi saetên destpêkê yên sibehê re çû Şehîtgeha Delîl Sarûxan û kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Girseya gel deqeyek rêz girt û dûa kir.
Li Kobanê jî, saet di 08.00 de girseya gel a li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bû, ber bi Gundê Termik ê Şehîtgeh lê ye, ket rê. Girseya gel a li goristanê kom bû, kulîlkên berhev kiribû danî ser goran.
SALIH MUSLIM: EM ŞENS IN
Li Dêrikê jî bi sedan kesên li hev kom bûn, çûn serdana Goristana Şehîd Xebat. Girseya gel ku di nav de Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan û Rêxistinên Civakî yên Sivîl hebûn, saet di 07.00 de li Meydana Azadî kom bû û ber bi goristana şehîdan ve meşiya. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li goristanê Muslim axivî û got, "Ji ber ku Şervan em tev li civata Malbatên Şehîdan kir, em gelekî bi şens in. Em careke din soz didin Şehîd Xebat Dêrik ku emê ti carî ji şopa wan venegerin."
Konfederesyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz li Dêrikê û Girkê Legê bi munasebeta Cejna Qurbanê heta ser goristana Şehîd Xebat Dêrik meşiyan. Meşa xwendekaran bi tevlîbûna 150 xwendekarî ji Dêrikê saet di 13.00’an de dest pê kir. Ciwanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên Şehîdan û sembola Konfedresyonê vekiribûn bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG/YPJ'ê re berz dikirin.
Ciwanên 3'an saetan meşiyan saet di 16.00’an de gihiştin Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Li vir xwendekar deqeyek rêz girtin û piştre bavê Endamê Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz Metîn Mihemed yê ku di pevçûnên herêma Çilaxa de jiyana xwe ji dest dabû axivî. Bavê Metîn Mihemed da zanîn ku ew ê heta dawî xeta YPG/YPJ’ê biparêzin û xwedî li xeta şehîdan derkevin.Bavê Mihemed girtina sînorê di navbera Bakur û Rojava ku ji aliyê Tirkiyê pêk tê şermezar kir. Piştî axaftin bi dawî bû xwendekaran gurzên gulan danîn ser gorên cangoriyên Kurdistanê.
Li Hesekê jî îro saet di 07.00’an de bi sedan kesî berê xwe dan goristana Şehîdan a li gundê Dawidiyê. Her wiha welatiyan serdana gora Endamê Rêveber a PYD’ê Ehmed Husên Husên (Bavê Cûdî) ku li goristana Tel Mitib hatiye definkirin.
Li Dirbêsiyê îro di saetên sibê de bi sedan kes ji Til Temir, Dirbêsiyê û Serêkaniyê serdana goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkeverê. Li ser goristanê axaftin hatin kirin û soza şopandina riya şehîdan hate kirin.
Li Amûdê jî bi sedan kes û endamên Saziya Malbatên şehîdan çûn serdana goristana Şehîd Îsmaîl Hogir.
Li Tirbespiyê jî bi sedan endamên Saziya Malbatên Şehîdan û şêniyên bajêr saet di 08.00’an de çûn serdana Goristana Şehîdan a li gundê Dugurê. Piştre jî welatî çûn serdana Gora Şehîdan ên li gundê Otilcan. Welatiyan gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan.
LI BAKURÊ KURDISTANÊ SERDANÊN GIRSEYÎ
Bi hezaran kes li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê, diçin serdana gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane. Girseyên gel li ser goran dûayan dixwînin û qurnefîlan datînin.
Li Wanê bi sedan kes, çûn serdana gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên li Taxa Karşiyakayê. Lİ gel Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokên BDP'ê yên Bajêr Mûsa Îtah û Fîgen Yaşar, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya bi sedan kes, gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, ziyaret kirin.
Li dû axaftinên li vê derê dûa hatin xwendin. Girseya dûre beşdarî merasîma cenazeyê dayika Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê AbdûlkerÎm Ertaş (Kûrtay Faraşîn) a ku îro danê sibê wefat kir bû.
Gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê yên li taxên Gundogdû û Yalin Erez ên navçeya Sixkê jî bi awayekî girseyî hat ziyaretkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser goran dûa hatin xwendin û piştî axaftinan qurnefîl hatin danÎn. Girseya gel dûre ji bo ziyaretê çû Taxa Yalim Erez.
Li Colemêrgê jî, gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, piştî nimêja cejnê hatin ziyaretkirin. Girseya gel a li Taxa Keklîpinarê hat cem hev, ber bi "Şehîdgeha" li taxa Sumbulê meşiya. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Serokê MEYA-DER a Colemêrgê Ramazan Elmas axivî û destnîşan kir ku divê xwedî li nirxên gel were derketin. Serdan bi xwendina dûayan bi dawî bû.
Li navçeya Geverê jî girseya gel çû serdana goristana gerîlayên PKK û HPG'ê yên li Bajirge. Parlamanterê BDP'ê Colemêrgê Esad Canan li vir kurt axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi saya ciwanên Kurd ên ji bo azadiyê li çar perçeyan bedel dane, hatiye roja îro. Canan got, "Emê di rêya şehîdan de bê tawîz bimeşin."
Ji aliyê din ve malbata gerîlaya PKK'ê Fatma Savaş (Mizgîn) a di sala 1994'an de li Geverê jiyaan xwe ji dest da, li Geverê çû serdana gorên zarokên xwe. Li dû serdana goristana li Akalin, gorên gerîlayên HPG'ê yên li taxa Ormanê hat ziyaretkirin.
Li Erdîşê jî gorên gerîlayên PKK û HPG'ê hatin ziyaretkirin. Serdana ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi dûayan dewam kir. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Abîdîn Încî li vir peyivî û got, "Ev lehengên ji bo azadiya netewe û gelê xwe canê xwe feda kirine, roniya me ne, azadiya me ne." Girseya gel dûre çû serdana malbatên girtiyan.
Ji aliyê din ve kesên di erdhejma 23'ê Cotmeha 2011'an de li Erdîşê xizmên xwe winda kirin, çûn serdana gorên wan.
Serdanên goristanan li navçeya Agirî Bazidê jî bi girseyî pêk hatin. Di serdana li Goristana Bajêr a Bazidê de Nûnerê TUHAYD-DER ê Bazidê Mehmed Bozkûrt da xuyakirin ku ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin û di vê rê de jiyana xwe ji dest dane.
Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî got, "Em di van rojên taybet de her tim diçin serdana şehîdên xwe. Me soz dan şehîdan ku emê têkoşîna wan dewam bikin. Em deyndarên wan e. Divê em hêjayî wan bin." Piştî axaftinan serdan bi dûayan bi dawî bû.
Li Cizîrê girse piştî nimêja cejnê ya li Mala gel û Mala teziyeyê çû ziyareta gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane. Di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê Ahmet Çeter, Şaredarê Cizîrê Mustafa Goren û rêveberên BDP'ê jî ku hebûn girseyeke qelebalix çû Goristana Esrî ya Cizîrê. Girseya bi dirûşmayan ku ber bi goristanê ve meşiyan, piştî duayên li goristanê axaftin hatin kirin.
Li Silopiya jî ziyaretên goristanan hebûn. Bi hezaran hemwelatiyên ku li ber avahiya Rêxistina BDP'ê kom bûn piştî nimêja cejnê ber bi Goristana Şehîtlîk a Başak ve dest bi meşê kir. Di meşê de Hevserokê Rêxistina Şirnexê ya BDP'ê Hame Aktî, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Silopiya Acer, Rêveberên BDP'ê MEYA-DER, KURDÎ-DER jî cihê xwe girtin. Di meşê de bênavber dirûşmayên "Şehîd Namirin" , "Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne" û "Ocalan" hatin berzkirin. Li goristanê piştî duayan axaftin hatin kirin.
Li Navçeya Wêranşar a Riha jî ji aliyê BDP'ê û MEYA-DER ve bi sedema Cejna Qurbanê gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane bi awayekî girseyî hatin ziyaretkirin.
Bi wesîleya Cejna Qurbanê li navçeya Kercewsê ya Êlihê goristan bi girseyî hatin ziyaretkirin. Gorên gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane di nav wan de malbatên PKK'yiyan, endam û rêveberên BDP'ê jî da nav de bi sedan hemwelatî beşdar bûn.
Li Elbaka Wanê jî di pêşengiya BDP'ê de girseyeke qelebalix çûn ziyareta gorên gerîlayên HPG'ê û PKK'ê. Di nav girseyê de tevlî rêveberên BDP'ê yên MEYA-DER û KURDÎ-DER jî hebûn
Li navçeya Manîsa Tûrgûtlû, li navçeyên Stenbol Sûltangazî, Sûltanbeylî û Başakşehîrê, gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi awayekî girseyî hatin ziyaretkirin.