Bi hezaran kes ji bo gerîlayê HPG'ê Dehşet şeva xwe li Kato derbas kir

Bi hezaran kes ji bo gerîlayê HPG'ê Dehşet şeva xwe li Kato derbas kir

Bi hezaran Şirnexî, ji bo cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferdî Dehşet (Botan Hîlvan) ê di şerekî 2007'an de li Çiyayê Kato yê navçeya Elkê jiyana xwe ji dest da werbigire, ji şev heta serê sibê li çiyê man.

Ji bo wergirtina cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferdî Dehşet (Botan Hîlvan) ê di şerekî 2007'an de li Çiyayê Katoyê jiyana xwe ji dest da, bi hezaran kes serê sibê ketin ser rêya çiyê. Tevî astengiyên leşkeran jî girseya gel bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" xwe gihand Qada Kolya ya li Çiyayê Kato. 

Ciwanan girên li derdora qadê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê xemilandin. Her weha li girên derdorê, wêneyên gerîlayên HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) hat vekirin. 

Girseya gel li vê derê di bin konan de heta sibê sekinî. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Bakî Katar li vir peyivî û got, "Dengê govendê yê îro li serê vî çiyayî tê bihîstin, ji bo keda zarokên vî gelî yê di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ye. Bi armanca xwedîderketina keda van zarokên me, emê jî weke milîtanekî PKK'ê îşev bi tî, birçî û di nava sermayê de heta sibê rawestin."

Dûre girseyê govend gerand û heta sibê li qadê ma. 

Goristana "Şehîd Kûrtay Faraşîn" a li Qada Kulya ku lê cenazeyên gerîlayên HPG'ê hatine veşartin, piştî ku cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferdî Dehşet (Botan Hîlvan) hat veşartin, wê goristana şehîdan bi awayekî fermî were vekirin.