Bi hezaran kes li ser rêya Serêkaniyê ne
Bi hezaran kes li ser rêya Serêkaniyê ne
Bi hezaran kes li ser rêya Serêkaniyê ne
Ji bo beşdarî "Nobeda Rojava" ya li navçeya Riha Serêkaniyê bibin, ji Bismil, Êlih, Şirnex, Amed, Çewlik û Mêrdînê bi hezaran kes ketin ser rê.
Ji navçeya Amed Bismilê, girseya gel ji bo tevlî "Nobeda Rojava" ya li navçeya Riha Serêkaniyê bibin, ketin ser rê. Tevî Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Bismilê Tûfan Tûnç bi dehan kes li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê li hev kom bûn û ketin ser rêya Serêkaniya ser xetê.
Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Êlihê, ji bo êrîş û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê şermezar bike û piştgiriyê bide gelê li Rojava, ket ser rêy navçeya Riha Serêkaniyê. Bi sedan kesên li Bexçeyê Çay ê Şaredariyê li hev kom bûn bi wesaîtan berê xwe dan cihê çalakiya nobedê Serêkaniyê. Di nava girseyê de rêveberên BDP'ê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, civata DOKH'ê û endamên Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Êlihê jî amade ne.
Li gel rêveber û şaredarên BDP'ê yên Şirnex bi sedan kesên bi armanca piştgirîdayîna gelê Rojava ketin ser rê, li nuqteya kontrolê ya derketina ji Şirnexê hatin rawestandin û destûr ji derbasbûna wesaîtan nehat dayîn. Şirnexiyan helwesta polîsan şermezar kirin û ji bo pênc deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û dûre vegeriyan navenda bajêr.
Girseya gel a îro danê sibê ji Amedê ket ser rêya Serêkaniya ser xetê, li qada Ovabagê ji aliyê polîsan ve li nuqteya kontrolê hat rawestandin. Polîsan girseya gel ji kontrola GBT derbas kirin û li hin wesaîtan jî ceza birrîn. Hat hînbûn li mînîbusekê bi hinceta "ji bilî malbata xwe, mirovên xerîb siwar kiriye" ceza li ajokar hat birrîn. Ji ber rawestandineke demdirêj, girseya gel bi armanca şermezarkirina vê rewşê rêya Amed-Qoserê ji her du aliyan ve li trafîkê girt û tim û tim dirûşmên "Bijî YPG", "Bijî Serok Apo" qêriya.
Ji Çewlikê bi hezaran kes ketin ser rêya Serêkaniyê. Girseya gel tevî Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê duh saet di 22.30'an de ket rê.
Bi sedan kesên ji navenda Mêrdîn û navçeyên wê hatin cem hev, bi wesaîtan derbasî navçeya Qoserê bûn û ji vir ketin ser rêya Serêkaniyê. Wesaîtên li bajarokê Hêşerî hatin rawestandin li benda polîsan rast hatin. Hat ragihandin destûr ji derbasbûna wesaîtan re nayê dayîn û mirovên li wesaîtan yek bi yek di kontrola nasnameyê de derbas dibin. Sekna girseyê dewam dike.