Li Swîsreyê tevî partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên girseyên demokratîk, bi hezaran kes sererastkirinên di qanûnên “penahiyê (îltîca)” de yên ji aliyê Konseya Neteweyî ve hat qebûlkirin, protesto kirin.
Ev qanûna ku şert û mercên penahitiyê zortir dike, ji aliyê Konseya Neteweyî ya Swîsreyê ve hat qebûlkirin. Bi boneya protestokirina vê qanûnê roja yekşemê bi beşdariya zêdetirê 5 hezar kesî xwepêşandanek li paytext Bernê hat lidarxistin.
Tevî partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên sivîl û rêxstinên girseya demokratîk, sazî û rêxistinên mafê mirovan, bi hezran kes beşdarî xwepêşandanê bûn. Girse li Schutzenmattê li hev civiyan. Ji sendîkaya bi navê UNIA Emîne Sariaslan axivî û diyar kir ku penaberên li welêt li rastî zext, cûdakariyê tên û tên qewirandin. Sariaslan diyar kir ku pirsgirêkên peanberan ji nedîtî ve tên û ev pirsgirêk bi awayeke yek alî nayê çareserkirin.
Piştî axaftinên li vir, bi hezaran kes meşiyan ber Parlementoya Neteweyî ya Swîsreyê û li wir mitîngek li dar xistin.
Li gel vê qanûna nû, penaberên ku li Swîsreyê mafê penahiyê girtine jî nikarin li hemberî welatê ku jê hatine Swîsreyê xebatên polîtîk bidin meşandin, ger xebatên polîtîk li hemberî wî welatî bikin, dê bi pere bêne cezakirin. Partiya Çegpir û Partiya Keskan vê qanûnê weke binpêkirina mafê mirovan dibînin û li hember derdikevin.