Bi hezaran kes wê bimeşin ser sînorê Kobanê
Bi hezaran kes wê bimeşin ser sînorê Kobanê
Bi hezaran kes wê bimeşin ser sînorê Kobanê
Ji bo pêşî li desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Kobanê dikin bê girtin, bi hezaran kes xwe amade dikin ber bi sînor ve bimeşin. Li Pirsûsê bi hezaran kes wê saet di 16'an de bimeşin ser sînor.
Li gel berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê yên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê nîşan didin, li Bakurê Kurdistanê jî tevgereke xurt heye.
Li ser bangên Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan û Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê gel xwe amade dike biçe ser sînorê Kobanê.
Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Pirsûsê Îsmaîl Kaplan ji Stêrk TV re axivî û diyar kir ku ew ê îro saet di 16'an de bimeşin ser sînor. Kaplan bal kişand ser zêdebûna êrîşên DAIŞ'ê û alîkariya çek û alavên leşkerî yên dewleta Tirk bi trenan ji çeteyên DAIŞ'ê re dibin û got, "Bi em ê bi misogerî pêşî li desteka li ser sînor a ji çeteyan bigirin. Em ê bi vedana konan re nobedê negirin. Em ê xeta sînor bigirin û pêşî li derbasbûna çeteyan û alîkariya ji bo çeteyan bigirin."
Kaplan diyar kir ku dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşên dawî re dixwaze li Kobanê komkujiyê bike û got, "Gelê Rojava, gelê Kobanê bi tenê nîne. Em bang li her kesê ji xwe re dibêje welatparêz im, şoreşger im, demokrat im, mirov im dikin ku tavilê bikeve nava tevgerê û çeşdarî çalakiya me bibe."