Bi hezaran kesan 5 şervanên YPG’ê oxir kirin
Bi hezaran kesan 5 şervanên YPG’ê oxir kirin
Bi hezaran kesan 5 şervanên YPG’ê oxir kirin
Cenazeyên 5 şervanên YPG’ê yên ku li herêma Çilaxa ya Girkê Legê di pevçûnên li çeteyên DAIŞ’ê re de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê hezaran kesan ve li Qamişlo bi sloganan hatin definkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Hiznî Hisên, Ayêd Yaqûb, Amir Edîb Genco, Îdrîs Mihemed û Elî Abdulah ku duh anîbûn Mizgefta Qasimo ya li Qamişlo, îro ji aliyê hezaran kesan ve hatin wergirtin. Piştre cenazeyên şervanên YPG’ê yên bi rengên kesk, sor û zer hatibûn xemilandin, bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Delîl Saruxan.
Piştî karwan gihîşt goristanê merasim hate lidarxistin. Di merasima ku bi rêzgirtinê destpê kir de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şervanên YPG’ê hatin vekirin.
Di merasimê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Nûrî Ebo Bekir û li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îsmaîl Dêrik axivîn û diyar kirin ku, ew dê heta dawiyê li ser şopa cangoriyan bimeşin.
Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG’ê li rex hevalên wan li gel diruşm û tîlîliyan hatin definkirin.
Nasnameyên 5 şervanan wiha ne:
*Hiznî Husên binasnav Berxwedan li Qamişlo-Erbawiyê ji dayîkbû. Di 15-10-2013 li Çilaxa-Til Elo jiyana xwe ji dest da.
*Ayêd Yaqûb binasnav Zagros li Qamişlo-Miheta Kevin ji dayîkbû. Di 15-10-2013 li Çilaxa-Til Elo jiyana xwe ji dest da.
*Amerê Edîb Genco binasnav Şevger li Qamişlo – Erbawiyê ji dayîkbû. Di 15-10-2013 li Çilaxa – Til-Elo jiyana xwe ji dest da.
*Idrîs Mihemed binasnav Egîd li Qamişlo hate cîhanê. Di 15-10-2013 li Çilaxa-Til Elo jiyana xwe ji dest da.
*Elî Abdullah binasnav Elî li Qamişo hate cîhanê. Di 15-10-2013 li Çilaxa- Til Elo jiyana xwe ji dest da.