Bi hezaran kesên benda leşkeran derbas kirin dimeşin Bagokê
Bi hezaran kesên benda leşkeran derbas kirin dimeşin Bagokê
Bi hezaran kesên benda leşkeran derbas kirin dimeşin Bagokê
Bi hezaran kesê ji bo tevlî Festîvala Aştiyê ya Çiyayê Bagokê bibin ji Nisêbînê ketin rê û ji aliyê leşkeran ve hatin sekinandin, benda leşkeran xera kirin û dest bi meşa ber bi Çiyayê Bagokê ve kirin.
Bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi hezaran kesên ji bo tevlî 1. Festîvala Aştiyê ya Çiyayê Bagokê bibin ji Mêrdîn û navçeyên wê çûn Nisêbînê, ji vê derê jî ketin ser rêya Çiyayê Bagokê.
Bi hezaran kes, li ber Botaşê ya li navçeya Midyadê ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin.
Girseya gel li hemberî astengiya leşkeran nerazîbûn nîşan da û li ser vê yekê ji wesayîtan peya bûn û xwest ber bi Çiyayê Bagokê ve bimeşe. Li ser vê yekê di navbera rayedarên BDP'ê û leşkeran de danûstandinan destpê kir. Ji ber ku ti encam ji van hevdîtinan derneket, girseya gel benda leşkeran a kontrolê xera kir û ber bi Çiyayê Bagokê ve dest bi meşê kir.
Meşa girseya gel a bi alên PKK, YPG, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ber bi Çiyayê Bagokê ve dewam dike.