Bi hezaran kesên ber bi Bagokê ve meşiyan rastî benda polîsan hatin

Bi hezaran kesên ber bi Bagokê ve meşiyan rastî benda polîsan hatin

Ji bo ji nû ve çêkirina goristana gerîla ya ji aliyê leşkerên Tirk ve hat xerakirin, bi hezaran kes ketin ser rêya Çiyayê Bagokê, lê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.

Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê bi hezaran kes, ji bo ji nû ve çêkirina "Goristana Şehîdan a Egîd Sûrûç" ketin ser rêya Çiyayê Bagokê. 

Bi hezaran kesi li qada Girnawas'ê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Li qada behsa mijarê maşînên zirxî yên bi tîpa TOMA û Akrep, polîsên taybet hatin sekinandin û nuqteya kontrolê hat danîn.

Tevî Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, şaredarên herêmê û bi hezaran welatî, li nuqteya lêgerînê ya polîsan hatin rawestandin.

Piştî hevdîtina Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Çelîk li gel polîsan, hat ragihandin ku polîsan anîne ziman ku ewê li wesayîtan bigerin û dûre destûra derbasbûnê bidin wan.

Leşkerên Tirk, di şeva 1-2'ê Îlonê de goristana ku tê de zêdeyî 40 cenazeyên gerîla hatibûn veşartin xera kiribûn û cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ahmet Ûgûrlar (Egîd Sûrûç) revandibûn.