Bi hezaran kesên sînor derbaskirin gihaştin şervanên YPG'ê

Bi hezaran kesên sînor derbaskirin gihaştin şervanên YPG'ê

Piştî dijwarbûna pevçûnan bi hezaran kesên sînorê li nêzî deriyê Sînor yê Murşîtpinarê derbakirin, bi gel re hatin cem hev. Di hevdîtina ku hemên hestiyar hat jiyîn de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ hat berzkirin.

Bi hezaran kes ji ereziya bi mayîn ya nêzî gundê Etmanîk û Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegîhanê ANF’ê daye, bi hezaran kes di sînorê Kobanê de bi gel û Şervanên YPG’ê re hatine cem hev. Hat gotin ku kesên sînor derbas kirine şervanên YPG’ê hembêz kirine û rondikên çavan barandine.

Hat hînbûn ku di hevdîtinê ji bo şervanên YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hatiye girtin û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hatiye xwendin.

Hevdîtina wan didome.