bi hezaran kesî cenazeyê Nuda û Amed pêşwazî kirin

bi hezaran kesî cenazeyê Nuda û Amed pêşwazî kirin

Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Şaziye Saydut (Nuda Mardin) û Murat Topaloglu (Amed Bingol) ku di sala 2012'an de li Geliyê Dostkî jiyana xwe ji dest dan ji aliyê hezaran kesan ve hatin wergirtin û birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Şaziye Saydut (Nuda Mardin) û Murat Topaloglu (Amed Bingol) ku di sala 2012'an de li herêma Ştazin û Gelyaşîn yên Geliyê Dostkî ya Navçeya Geverê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn bi girseyî ji Çiyayê Çilo hatin wergirtin û şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Bi hezaran kesên ku di saetên serê sibê de li ber Parka Çanda Avaşin kom bûn, bi karwanê ku ji sedan maşîne pêk dihatin meşiyan kontarê Çiyayê Cilo. Karwana mezin ku di navde malbatên Saydut û Topaloglu, Serokê BDP'a Geverê Nail Durmaz, Şaredarê Bajirgê Tahsin Kaya, Nûnerên Xirvata, Şaredarê Geverê Ercan Bora û Şaredara Berê Ruken Yetişkin, nûnerên MEYA-DER, TUHAD-FED, KURDİ-DER, Dayikên Aştiyê, Endamên Meclisa Jinê ya BDP'ê Xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Geverê jî amade bûn. Karwana mezin ku meşiyan Kontara Çiyayê Çila cenazeyên endamên HPG'ê ku ji aliyê MEYADER'ê ve hatibû wergirtin pêşwazî kirin, bi alên PKK û Konfedaralizmê û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin wergirtin. Dîsa li herêma ku cenaze hatin wergirtin alên PKK, KCK û posterên Ocalan bi dîrekan ve hatin daliqandin. Cenazeyên gerîlayên HPG’ê bi merasima leşkerî anîn qadê û li qada merasimê alên mezin ên PKK û KCK'ê û posterê mezin yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Bi sedan alên PKK û KCK'ê û posterên Ocalan hatin rakirin. Dîsa posterên pêşengên PKK'ê û posterên gerîlayên HPG'ê hatin vekirin. Li qadê pankarta "Bi qasî em di oxira wê de bimirin em ji jiyanê hez dikin", "Her ku hûn di ber xwe bidin ez dijîm" vekirin. Li qada merasimê bê navber Heron li ezman firiyan.

'ZAROKÊN ME ŞERVANÊ AZADIYÊ NE'

Ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dabû rêz hat girtin. Di merasimê de Serokê BDP'a Geverê Nail Durmaz, anî ziman ku têkoşîna gelê kurd bi bedelên giran hatin îro û îro 2 bedelên din dan. Durmaz, da zanîn ku wergirtina cenazeyan a di vê pêvajoyê de bêtir êşa wan kur dike û ev pêvajo ji bo AKP'ê dema ezmûnê ye. Durmaz, destnîşan kir ku êdî polîtîkayên AKP'ê yên du rû deşifre bûye û pêwîste AKP êdî xwe rast bike û gavên şênber bavêje. Durmaz, bilêv kir ku zarokên wan şervanê azadî û şehîdê azadiyê ne û wiha got: "30 salin ev xwîn diherike. Em dibêjin êdî bi xwînê ev pirsgirêk çareser nabe."

Piştî axaftinê cenazeyê Şaydut jinan cenazeyê Topaloglu jî zilaman birin herêma Orişê. Bi hezaran siloganên "Şehit namirin", "Bijî serok Apo" berz kirin. Bi sedan karwana maşîneyan cenaze birin nexweşxaneya dewletê ya Geverê.

Polîsan li ber nexweşxaneyê bi panzer û TOMA'yan derdor pêçan û rawestiyan. Girsê cenaze ji maşîneyan darxistin û bi kortajekê darbest birin nexweşxaneyê. Ciwanên ku serpoşî cenaze bi alên PKK û KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, Saydut û Topaloglu birin nexweşxaneyê. Girsê li vir jî bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" û "Şehit namirin" berz kirin. Girsê li ber morgê û cihên bilind alên PKK'ê rakirin. Girsê piştî cenaze teslîmî morgê kirin, bi meş ji ber morga nexweşxaneyê heta navenda Geverê meşiyan. Cenazeyên teslîmî nexweşxaneyê hatin kirin jî dê bişînin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.